‘Tiştên hatine jiyîn êrîşa li dijî îradeya gel e’
- 09:02 13 Sibat 2026
- Rojane
WAN - Hevseroka şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiran diyar kir ku êrîşên li hember jinên Rojava, berdewama zîhniyeta DAIŞ’ê ye û got divê demildest dorpêça Kobanê bê rakirin û wiha got: “Li Kobanê 5 zarokî ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Divê her kes wijdana xwe lêpirsîn bike. Em hemû bepirsin. Berpirsyariya Tirkiyeyê ku evqas nêzî deriyê sînor e heye.”
Piştî êrîşên HTŞ û komên girêdayê Tirkiyeyê yên 6’ê Çile de dan destpêkirin şûnde di 30’ê Çile de peyman hat îmzekirin, lê tevî vê dorpêça Kobanê di roja 22’yemîn de didome. Li bajar bi birîna av û ceyranê krîza mirovahî derket asta herî jor. Ji ber venekirina deriyê sînor yê Murşîtpinarê alîkariya xurek û dermanan jî tê astengkirin. Li dijî van pêkanînan di çalakiyên li Tirkiye û Kurdistanê pêk hatin de jî nêzî 800 kesî zêdetir hatin binçavkirin.
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Ayten Kiran der barê êrîşan de, nêzîkatiya Tirkiyeyê, astengkirina alîkariyan de axivî.
‘Ev êrîşek topyekun a li dijî gel e’
Ayten Kiran da zanîn ku şer binpêkirina mafan e û got di şerên ku serdestiya mêr dimeşînin de herî zêde jin û zarok mexdur dibin. Ayten Kiran wiha got: “Tiştên li Rojava tên jiyîn ne şer e, ez vê rast nabînin. Şer navbera dewletan de dibe û mafdar neyê dîtin jî hiqûqek diyarkirî heye. Tiştên li Rojava tên jiyîn ne şere, êrîşek topyekune. Ne pêkane em behsa hiqûqê bikin. Ev rewşa niha li Kobanê tê berdewama zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Ew zîhniyet bi piştgiriya dewletê îro dîsa li hember Kurdan pêvajoya îmhayê dimeşîne.”
‘Texrîbat berhama heman zîhniyetê ye’
Ayten Kiran destnîşan kir ku pêvajoya Kobanê de bi pêşengiya jinan şoreş pêk hatiye û wiha got: “Ji ber vê di êrîşan de ewil jin hedef tên girtin. Di baweriya wan de ji aliyê jinekê ve kuştin dibe sedema ku nikarin bikevin bihûştê. Bedena jinekê ji avahiyê de avêtin zîhniyeta wan ya ku jinan ditirse nîşan dide. Dîsa birîna keziyê jineke bê can dîsa vê zîhniyetê nîşan dide. Vê rewşê tiştên ku demên berê li Wanê hat jiyîn nîşan da. Bedena Ekîn Wan hat teşhîrkirin û ev berhema heman zîhniyetê ye.”
‘Divê Tirkiye nebe aliyê van êrîşan’
Ayten Kiran diyar kir ku tevî peymanê Kobanê hîna di bin dorpêçê de ye û wiha bi lêv kir: “Divê ev dorpêç demildest bê rakirin. Ji bo şandina alîkariyan divê demildest deriyên sînor bên vekirin. Navenda Giştî ya ÎHD’ê di vê mijarê de çû Pirsûsê û daxuyanî da. Helwesta me zelale; divê deriyên sînor demildest bên vekirin. Dorpêçkirina mirovan ne mirovahiye. Li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Îmhakirina dibistan û nexweşxaneyan, êrîşa li ser jin û zarokan, destdirêjkirina jin û zarokan ne mirovahiye. Li Kobanê 5 zarokî ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Divê her kes wijdana xwe lêpirsîn bike û divê deriyê Sînor yê Murşîtpinarê bê vekirin. Divê hemû parêzvanên mafê mirovan bertek nîşanê vê bidin.”







