Ji Îspanya û herêmên xweser banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’

  • 18:13 13 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkayên cuda yên li Îspanya û herêmên wê yên xweser, beriya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke hevpar weşandin û daxwaza azadiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanû naskirina statuya siyasî û civakî ya gelê Kurd kirin.
 
Di daxuyaniyê de imzeya sendîkayên ji Îspanya, Welatê Bask, Galîstya, Katalonya, Astûryas û Giravên Kanaryayê cih girt.Sendîkayan destnîşan kir ku 15’ê Sibatê îşaret bi salvegera 27’an a girtina Rêberê GElê Kurd Abdullah Ocalan dike, yê ku wek “sembola têkoşîna dadwerî, azadî û mafên gelan” tê pênasekirin.
 
Saziyên îmzekar diyar kirin ku ji bo dabînkirina aştî û stabîlîzasyonê li Rojhilata Navîn, azadiya Abdullah Ocalan “lezgîn û ferze”  û banga  azadiya wî ya tavilê kirin.
 
Her wiha bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo aştiyê gavan bihavêje û hat diyarkirin ku ev pêvajo dikare bi azadiya Abdullah Ocalan û rêzgirtina li mafên gelê Kurd bi pêş ve biçe. Hat destnîşankirin ku piştgirî; li ser bingeha dadwerî, demokrasî û piralîbûnê naskirina cihêrengiyan esas digire.
 
Di daxuyaniyê de her wiha ev hatin gotin:"Paradîgmaya ku ji aliyê Ocalan ve hatî avakirin, wekî ku li Rojava hatiye pêşxistin, pergaleke ku xwe dispêre azadiya jinê, jiyana bi hev re ya cihêrengiyan û avakirina civakên piralî pêşniyar dike. Ev model, bi îsbatkirina ku dadwerî, demokrasî û hevkariya di navbera gelan de pêkan e, dikare ji bo her kesî bibe mînak.Berxwedana Kurdan a ku bi dehan salan e berdewam dike, nîşan daye ku divê civaka navneteweyî rêzê li maf û daxwazên gelê Kurd bigire û statuyeke siyasî û civakî ya rewa bide wan. Wek sendîkayên xwe, em pabendbûna xwe ya bi piştgirî û dadwerî dubare dikin; em bang li hemû sazî û hikûmetên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin serbestberdana Ocalan û naskirina mafên gelê Kurd."
 
Sendîkayên îmzekar ev in:
 
“Konfederasyona Sendîkayan a Komîsyonên Karkeran – CCOO,Konfederasyona Navsendîkayî – CI,Konfederasyona Giştî ya Karkeran – CGT,Konfederasyona Navsendîkayî ya Galîstya – CIG, Kolektîfa Karkerên Yekbûyî – CUT,Herikîna Sendîkayî ya Çep a Astûryas – CSI, Piştgiriya Karkerên Bask – ELA,Konfederasyona Sendîkayî ya Çep – ESK SINDIKATUA, Navsendîkayî ya Alternatîf a Katalonya – IAC,Navsendîkayî ya Astûryas – INAST, Navsendîkayî ya Valensiya, La Intersindical (Katalonya), Komîteyên Neteweperest ên Karkeran – LAB, Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê – MTC, Rêxistina Sendîkayî ya Karkerên Aragon – OSTA, Konfederasyona Piştgiriya Karkeran.”