Ji aliyê rejîma Îranê ve 4 jin hatin girtin
- 12:35 19 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Zext û girtinên rejîma Îranê yên li ser jinan berdewamin. Hat diyarkirin ku rejîma Îranê 4 jinên din li bajarên cûda yên Îranê binçavkirine û çarenûsa wan jinan nediyar e.
Li gor agahiyên ku malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranî, parvekiriye, Jina bi navê Kîmya Dawudî xelkê Tehranê di dema serdegirtina mala xwe ya ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye birin.
Her wiha hatiye diyarkirin ku jinên bi navên Ayda Îzedî (19) û Sugen Naîcî (21) xelkên Çemistan di dema serdegirtina malên wan ya ji aliyê polîsên Îranê ve hatine binçavkirin. Malbat li ser çarenûsa wan ti agahî bidest nexistine.
Jinek din a bi navê Hedîs Elmaspur ya xelkê parêzgeha Îlam’ê bêy biryara dadwer ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye binçavkirin. Hatiye diyarkirin ku Hedîs Elmaspur birine cihek nediyar û çarenûsa wê nediyare.







