Li Eşrefiyê bermahiyek şer teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
- 18:45 19 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Eşrefiyê ya Helebê zarokek ji Qubtan El Cebel di teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.
Di encama teqîna bermahiyên şer li taxa Eşrefiyê ya Helebê de zarokek ji bajarokê Qubtan El Cebel ê navçeya Darit Izê ya herêma Cebel Seman jiyana xwe ji dest da.
Bûyera bermahiyên neteqiyayî yên ji ber şerê li deverên Sûriyeyê belav bûne zêde bûne û tu mekanîzmayên rakirinê û xwejêxelaskirinê nîn in.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara welatiyên ji destpêka 2026ˊan ve ji ber teqîna bermahiyên şer mirine derket 72 kesan di nav de 18 zarok û 7 jin hene, 56 kes jî birîdnar bûne.







