‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e’

  • 20:14 21 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kir ku girîngîdana zimanê dayikê ji bo afirandina hawirdorekî demokratîk girînge û got: “Perwerdehiya bi zimanê dayikê dê bibe sedema pêşxistina jêhatîbûn, bihêzbûn û baweriya bi xwe.”
 
Desteya Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.
 
Di daxuyaniya desteyê de wiha hate gotin; “Perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji mafên bingehîn ên mirovane û xwedî aliyên yasayî, civakî û psîkolojîke. Zimanê dayikê sermayeyek çandî ya cîhanî ya girînge. Tekezkirina li ser vî zimanê dayikê jî nayê wateya serdestiyê. Berevajî vê, ew ji bo afirandina atmosferek demokratîke ku hemû ziman tê de wekhev bin.”
 
Di daxuyaniyê de navên mamosteyên zimanê Kurdî yên girtî yên weke Idrîs Menberî û Soma Pûrmohammadî (ji Encûmena Nûjîn) û her wiha Zara Mihemedî û Seyvan Îbrahîmî jî hatin bibîrxistin, ku berê ji ber hînkirina Kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn girtin.
 
Desteya Sendîkaya Mamostayên Rojhilatê Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku lêkolînên zanistî nîşan dane ku perwerdehiya bi zimanê dayikê behreyên zarokan pêş dixe, baweriya bi xwe xurt dike û pêvajoya fêrbûnê baştir dike.