Seroka navenda Hemdemê hate girtin

  • 13:18 23 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka saziya rehabîlîtasyonê ya ‘Hemdam’ keçên xwedî pêwîstiyên taybet, Zehra Hecî ji ber li dijî bicihkirina hêzên Muhafîzên Şoreşê derket, hate girtin.
 
Tevî ku şerê li Îranê mehek li pey xwe hêla, bûye sedema krîzên aborî, civakî û siyasî, zextên civakî jî zêdetir dibin, herî zêde jî jin û ciwan dibin hedefa van zext û krîzên heyî. Her roj, herî kêm jinek an jî ciwanek ji ber li dijî hêzên desthilatê û hikûmetê nerazîbûn nîşan didin tên binçavkirin û girtin.  
 
‘Ji ber bicinekirinê hat girtin’
 
 Li gorî Raporên îro, ji aliyê hinek dezgeh û saziyên medyayê ve hatine parvekirin, hate diyarkirin ku seroka navendek a rehabîlatasyonê ya keçên xwedî pêwîstiyên taybet li Meşhedê, Zehra Hecî ji ber dijî bicihkirina hêzên Muhafîzên Şoreşa Îslamê derket hate girtin.
 
 Li gorî raporan, roja Şemiya borî, hêzên Mihufizên Şoreşê, serdana navenda rehabîlîtasyonê ya Hemdam ku navendek a keçên xwedî pêwîstiyên taybet li dimînin kir û xwestin 50 endamên hêzên xwe lê bicih bikin. Piştî rêveberiya navendê nerazîbûna xwe li dijî bicihkirina wan nîşan da, yekser aliyê wan ve rastî êrîşê hat û ew girtin.
 
Di raporê de derbarê nasname, cih û rewşa jina girtî de tu hûrgiliyên din nehate belavkirin, lê di malperên medyaya dijîtal de Dr. Zahra Heca wekî Seroka navendê hate diyarkirin.