Serlêdanên tundiyê bê encam man
- 09:03 27 Adar 2026
- Rojane
Rojda Aydin
AMED - Derket holê ku Aleyna Yagar a 20 salî gelek caran bi tundî û gefan rû bi rû maye û tevî serlêdanan jî ti parastinek jê re nehatiye dayîn. Malbata wê niha daxwaza edaletê dike.
Di 21’ê Adarê de li navçeya Yenîşehîr a Amedê kiryarê bi navê Cafer Başegmez (26) jina bi navê Aleyla Yagar (20) qetil kir. Qetilkirina Aleyna Yagar a 20 salî careke din zincîra tundî û îhmalkirina li dijî jinan anî rojevê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, derket holê ku Aleyna Yagar beriya qetilkirinê demek dirêj bi tundiya sîstematîk rû bi rû maye û bi berdewamî gef lê hatiye xwarin. Li gorî îdiayan, Aleyna Yagar sê sal berê sûcdar Cafer Başegmez re nas kiriye û di vê demê de ji aliyê kiryar ve bi tundiya fizîkî û psîkolojîk re rû bi rû maye. Hate gotin ku Aleyna Yagar ji ber tundiya pê rû bi rû re maye rapora gefê girtiye, lê tevî vê yekê jî nehatiye parastin.
Serlêdana qereqolê encam neda
Serlêdanên malbatê jî bê encam man. Dayika Aleyna Yagar xwest di Mijdara 2024’an de ji ber tundiya fîzîkî ya ku keça wê pê re rû bi rû maye, giliyê Qereqola Polîsan a 10’ê Nîsanê bike. Lê belê, hate îdiakirin ku peywirdarên qereqolê gotiye, “Ev ne cihê bûyerê ye, biçin Qereqola Polîsan a Uçkuyularê” berê malbatê dane wir û ti tedbîr nehatiye girtin. Dayika Aleyna Yagar got, “Ez pir ditirsiyam ku ew ê keça min fêrî tiryakê bike”, her wiha hate hînbûn ku sûcdar berê ji ber sûcên cûrbecûr ketiye girtîgehê û derketiye. Tevî van hemûyan, negirtina tedbîrên pêwîst careke din nêzîkatiya dewletê ya li hember jinan eşkere dike.
‘Gefê li min dixwe’
Hate ragihandin ku Aleyna Yagar berî ku bê qetilkirin ji xwişka xwe re gotiye, “Cafer gefê li min dixwe.” Aleyna Yagar ku heman rojê ji bo çûyîna marketê ji malê derketiye, ji aliyê êrîşkar ve hat qetilkirin.
‘Dewlet ji ber çi li vir e?’
Malbata Aleyna Yagar dixwaze ku sûcdar bi cezayê herî giran bê cezakirin û gotin, “Em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bibin. Kezeba min şewitî bila kezeba tu dayikek din neşewite. Dewlet ji ber çi li vir e? Çima jinan naparêzin? Çima keça min neparêstin? Çima jinan naparêzin? Jinan qetil dikin piştre tên girtin. Piştre zagonekê derdixin û wan hemûyan berdidin. Em dixwazin kiryar cezayê herî giran bigire.”
Piştî qetilkirina Aleynayê kiryar hat girtin û hat zanîn ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.







