Li Kurdistanê 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

  • 16:27 27 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di sala 2025’an de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, aşkera kir. Hat gotin ku di salekê de herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan hatine tesbîtkirin. 
 
Şaxa komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2025’an de li bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, aşkera kir. Rapora bi sernavê “Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2025’an a Herêma Rojhilat û Başûrrojhilat”, li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê hat aşkerakirin. Serokê Şaxê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de got ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd, bingeha van binpêkirina ye. Yilmaz, beşa nirxandinê ya raporê û Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahir Saçakli jî bîlanço xwend. 
 
Di raporê de hate gotin ku binpêkirinên li herêmê hatine kirin ji bûyerên munferît zêdetir, di hinek qadên diyar de bi awayekî sîstematîk hatine kirin. 
  
Di bedewamê de hate gotin ku mafên civîn, xwepêşandan û meşan bi biryarên keyfî hatine astengkirin, der heqê siyasetmedar û parastvanên mafan de lêpirsînên keyfî hatine vekirin û hatine girtin. Li hêla din hat destnîşankirin ku mafê jiyanê di bin sernavên weke “îdiayên înfaza bêdaraz”, “Mirinên li girtîgehan”, “mirinên fermî yan jî ji ber xemsariyê”, “mirinên biguman”, “îdiaya întîharê” û “qezayên kar”  de çêbûne. 
  
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku peywirdarên cemaweriyê, li girtîgehan, navendên binçavkirinan û li derveyî van cihan jî îşkence, miameleya xerab û kiriyarên biçûkxistinê li welatiyan kirine, gef li welatiyan hatiye xwarin û sîxûrtî lê hatiye ferzkirin 
  
Bi domdarî hate destnîşankirin ku binpêkirinên mafê azadiya şexs û ewlehiyê pir hatiye binpêkirin. Hat gotin ku li bakurê Kurdistanê herî kêm 588 welatî hatin binçavkirin û herî kêm 83 jî hatine girtin. Hat diyarkirin ku bi ser gelek malan de hatiye girtin, der heqê gelek kesan de lêpirsîn hatine vekirin û bi vê yekê re azadiya welatiyan hatiye binpêkirin. Her wiha îşaret bi ser mafê azadiya xweîfadekirinê, zexta li ser çapemeniyê û binpêkirinên li ser mafê zimanê dayikê hate kirin. 
  
Di raporê de hate gotin ku di tevahiya salê de binpêkirinên li dijî girtiyan domiyan, girtî bêyî daxwaza xwe li girtîgehên cuda hatin sirgunkirin, mafê xizmetên tenduristiyê, agahîgirtin û çalakiyên civakî hatin binpêkirin û ev binpêkirin bi awayekî sîstematîk domiyane. Her wiha îşaret bi cezayên disiplînê yên keyfî, taloqkirina tehiyeyan, tecrîd, îzolasyon û hwd. hate kirin. 
  
Bi domdarî behsa tundiya li dijî jinan û cînayetên jinan hate kirin û hate gotin ku gelek jinan di encama tundiya nava malê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku îstîsmara li dijî zarokan, bûyerên tundiyê jî hatine tesbîtkirin. 
 
Di berdewamê de hate gotin ku di encama şopandin, nirxandin û daneyên raporê de wan herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan tesbît kirine. Hat gotin ku ev tablo nîşaneya pirsgirêka maf û azadiyan e. Bi domdarî hate gotin ku piraniya binpêkirinên li herêmê bingeha xwe ji neçareserkirina pirsgirêka Kurd digire. Hat gotin ku pêvajoya heyî her çend bendewariyek di nava gel de çêkiribe jî bandoreke erênî li ser bikaranîna mafên şexsî û mafên kolektîf nekiriye. Hat gotin ku ji bo pêvajoya heyî veguhere aştiyeke civakî divê welatî encamên erênî hîs bikin, binpêkirinên giran ên li girtîgehan bi dawî bibin, biryarên DMME û AYM’ê bên bicihanîn, polîtîkayên zextê bi dawî bibin. 
 
Di raporê de îşaret bi hevrûbûna bi binpêkirinên giran ên demên berê de hatine kirin û biryarên DMME û AYM’ê yên têkildarî “mafê hêviyê” bê cîbicîkirin. Hat gotin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê gel jî bi awayekî çalak tev li pêvajoyê were kirin, gavên demokratîk ên şênber bên avêtin. 
  
Di bîlançoyê de binpêkirinên mafê jiyanê wiha hatin rêzkirin; 2 kes ji hêla polîsan ve hatin kuştin, 4 kes hatin birîndarkirin, kesekî di bin çavan de jiyana xwe ji dest da, 12 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan, 6 kesan ji ber xemsarî û xeletiya fermî jiyana xwe ji dest dan, 317 kes birîndar bûn, 4 mirinên biguman ên polîs-leşkeran qewimîn, di pevçûnan de 19 endamên hêzên ewlekariyê, 27 milîtanan jiyana xwe ji dest dan. Tevî mirin û birîndariyên mamoste, sendîkavan, bijîşk, rojnameger û hwd. bi giştî 73 mirin û 338 bûyerên birîndarbûnê çêbûn. 
 
Her wiha hate gotin ku di bûyerên mirinên biguman û întîharan de jî bi giştî 85 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di bîlançoya binpêkirinên ji ber rewşa pevçûnan jî wiha hate rêzkirin; li 19 cihan herêma ewlehiyê ya taybet hate ragihandin,  êriş li cenazeyên 3 milîtanan hate kirin, 3 cenazeyên milîtanan nehatin dayin, li dijî bîranîna 3 cenazeyan bêhurmetî hte kirin û îdiayên gorên komî jî di nav de bi giştî 31 binpêkirin hatin tesbîtkirin. 
  
Di bîlançoya têkildarî mafê jiyanê yê jinan de jî hate gotin ku 42 jin di nava malbatê de rastî tundiyê hatin, 2 jinan întîhar kir, 33 jinan jiyana xwe ji dest dane, 7 jin di encama tundiyê de birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di encama tundiya civakî de 7 jinan jiyana xwe ji dest dan, 5 jin birîndar bûn, 2 rastî êrişa zayendî hatin û li 4 jinan jî fihûş hate ferzkirin. 
 
Têkildarî binpêkirinên mafên jiyanê yên zarokan jî hate gotin ku zarokek di endama tundiya navê malê de birîndar bû, 11 zarok rastî tecawizê hatin; di encama tundiya civakî de 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok birîndar bûn, 31 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, fihûş li 2 zarokan hate ferzkirin û zarokek jî rastî tundiya polîsan hat. 
 
Hat diyarkirin ku di bin çavan de 6 caran îşkence hte kirin, 273 caran li derveyî navendên binçavkirinê îşkence û miameleya xerab li welatiyan hate kirin, 38 kes li girtîgehan rastî îşkenceyê hatin, 17 bûyerên revandina zarokan û gefa sîxûrtiyê û gef li 7 zarokan hate xwarin. 
 
Di mijara binpêkirinên azadiya şexs û ewlehiyê de jî hat gotin ku 8 jê zarok bi giştî 588 kes hatine binçavkirin û 6 jê zarok bi giştî 81 kes hatine girtin. 
  
Hat gotin ku 24 binpêkirinên mafê firk û xweîfadekirinê hatine tespîbkirin, der heqê 174 kesan de 54 lêpirsîn hatine vekirin û li 45 kesan jî 13 doz hatine vekirin. 
 
Di berdewama raporê de hate gotin ku di dema sepanên sewqkirinê de 16, di mijara mafê tenduristiyê de 19, di mafê agahîgirtin û hwd. de 3, di mijarên weke çalakiyên civakî û hwd de 5 binpêkirin hatine kirin, li 5 girtiyan lêpirsîn hatiye vekirin û tehliyeya 18 girtiyan jî hatiye taloqkirin. 
 
Hat gotin ku tevî binpêkirinên cihêkarî û mafên din, bi giştî 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan hatine kirin.