Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
- 20:00 2 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” li Parka Ekîn Cerenê ya Peyasê bernameya pîrozbahiyê li dar xist.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, di çarçoveya pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îro li Parka Ekîn Cerenê ya navçeya Peyasa Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya, hevserokên partiyên siyasî yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevli bernameyê bûn. Bername bi stranên Kurdî û gerandina govendê dest pê kir. Dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî, Azad dike Rêbertî”,“Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo”û “Bê Serok jiyan nabe”hatin berzkirin. Di bernameyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Piştre parlamenter Adalet Kaya axivî.
‘Azadiya Rêber Apo, azadiya gelan e’
Adalet Kaya bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd axivî û wiha got: “4’ê Nîsanê rojbûna Rêzdar Ocalan e, em li vir rojbûna Rêzdar Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em careke din dibêjin rojbûna Serok Apo ji bo hemû gelan, jina û cîwana pîroz be. Divê Rêberê Gelê Kurd bigihêje azadiya xwe. Em dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya gelan e.”
Dûre di bin baranê de jina pasteya rengê kesk, sor û zer a ku bi nivîsa “Rojbûna te pîroz be ey Serok” nivîsandibû birîn. Dema paste hate birîn jina lîrandin, stranên Kurdî gotin û kesên tev li bernameyê bûn bênavber dirûşmeya “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin û bername bi dawî bû.







