Civînên DEM Partiyê yên dê 5 rojan bidomin dest pê kir

  • 11:30 8 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - Civînên lijneyên DEM Partiyê ku dê 5 rojan berdewam bikin, dest pê kir. Di serî de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, gelek mijarên cuda dê di civînan de bên nîqaşkirin. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. 
 
Civîn, li navenda giştî ya partiyê tê lidarxistin. Di civînê de dê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û verasetkirinên zagonî yên tê xwestin li Meclisê bên amadekirin werin nîqaşkirin. 
 
Her wiha şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de û bandora vî şerî ya li ser herêmê û Tirkiyeyê bê nirxandin. Her wiha xebatên bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê jî di rojeva civînê de ne. 
 
Piştî civîna MYK’ê, dê civînên rayedarên DEM Partiyê û lijneyan 4 rojan bidomin. Sibe jî dê wekîlên partiyê bicivin. Di 10’ê Nîsanê de Meclisa Jinan û di 11 û 12’ê Nîsanê de jî dê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê bicive.