NADA bertek nîşanî girtina Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê da

  • 11:33 9 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevpeymana NADA biryara rayedarên Tunisê ya rawestandina Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê şermezar kir û ev tevger wek nîşaneyek xeternak a paşketina pêvajoya demokratîk bi nav kir.
 
Hevpeymaniya Jinên Demokratîk li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) duh êvarê daxuyaniyek weşand û rawestandina Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê şermezar kir.
 
Daxuyaniya NADA wiha ye: 
 
“Rayedarên Tunisê vê dawiyê Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê, ku yek ji kevintirîn rêxistinên mafên mirovan ên herêmê ye, girt. Ev Lîg bi dehsalane dengek azad bû ji bo mirovên sivîl û parazvanê rûmeta mirovan û mafên bingehîn temsîl dikir. Ev biryar tenê dikare di çarçoveya paşveçûna metirsîdar ji rêya demokratîk a ku piştî şoreşa 2011’an Tunisê diyar kir de were şîrove kirin û statuyek taybetî wek modelek da ku li cîhana Ereban, taybetî di warê çalakiya sivîl û jinan a hişmend de, were şopandin.”
 
Di daxuyaniya xwe de, hevpeymaniyê nîgeraniya xwe li ser biryarê anî ziman: “Em dibînin ku ev biryar rewşek nedemokratîk û girtî nîşan dide û destkeftiyên jinan û rêxistinên sivîl ên ku Tunis kirine modelek bêhempa li herêmê tehdît dike. Tiştê ku îro diqewime me pir xemgîn dike ji ber ku ew li dilê ezmûna Tunisê dixe ku tevgerên jinan û mafên mirovan li cîhana Ereb û herêmî îlham daye û îspat kiriye ku beşdariya jinan di jiyana giştî de stûnek bingehîn e ji bo avakirina civakek hevgirtî ku zordarî têde nîne.”
 
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku lawazkirina rêxistinên mafên mirovan, jinan û sendîkayan ne tenê civakê lawaz dike û azadiyên takekesî û kolektîf tehdît dike, lê di heman demê de valahiyek xeternak di navbera dewlet û civakê de vedike û rêbazên têkoşîna aştiyane yên ku welat diparêzin û wê li dijî planên komployê xurt dikin, têk dibe. Dewletek bihêz ew e ku rêxistinên xwe yên sivîl hembêz dike û guh dide dengê civaka xwe, ne ew e ku wan ji holê radike û bêdeng dike.
 
Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Tunisê hat kirin ku vegerin ser rêya demokrasiyê, rêz li erkên xwe yên navneteweyî yên mafên mirovan bigirin û azadiya rêxistinbûn û çalakiya sivîl garantî bikin. Daxuyanî wiha dawî bû: “Em bang li civaka Tunisê dikin ku hişmendî û hişyariya ku taybetmendiya ezmûna wan nîşan dide biparêzin û rêxistinên xwe yên mafên mirovan, jinan û kedê wek stûnek bingehîn ji bo avakirina civatek dadperwer û hevgirtî biparêzin. Em di Hevpeymaniya Nada de piştrast dikin ku piştgiriya rêxistinên jin û mafên mirovan ne vebijarkek duyemîn e, lê pêş şertek e ji bo avakirina dewletek berxwedêr û dadperwer ku dikare bi pirsgirêkan re rûbirû bimîne. Em hevgirtina xwe ya tevahî bi Lîga Tunisê ya Parastina Mafên Mirovan û bi hemû jin û civaka ku têkoşîna xwe ji bo azadî, rûmet û edaleta civakî didomînin re radigihînin.”