Jinên Dêrsîmê: Em madenan naxwazin
- 09:03 2 Gulan 2026
- Ekolojî
Devrîm Findik
STENBOL - Îtîraza bi pêşengiya jinan a li dijî projeyên ku xwezaya Dêrsîmê tune dikin, her diçin mezin dibin. Jinan diyar kirin ku ew ji Munzurê heta Duzgun Baba wê dest nedin pîroziyên wan û banga mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî talanê kirin.
Li Dêrsîmê bi salane bi projeyên HES, bendav, maden û projeyên enerjiyê xweza tê tunekirin û texrîbateke mezin li ser xwezayê dibe. Ev di heman demê de wek êrîşeke li hember bawerî, bîr û civakî ya herêmê jî tê dîtin.
Ji şewatên daristanan heta madenan, ji HES’an heta projeyên GES’an, bi polîtîkayên ewlehiyê hewl didin herêmê ji nûve teşe bikin û bê mirov bihêlin.
Gel li dijî van êrîşan îtîraza "daxwaza me tuneye, em qebûl nakin" bilind dikin û îtîrazê vediguherin îradeya parastina çand, qadên jiyan û xwezayê.
Jinên li dijî talana xwezaya Dêrsîmê têdikoşin der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.
‘Em destûr nadin talanê’
Rêvebera Komeleya Dêrsîmiyan a Anadolu Yakasi ya Stenbolê Aliye Agbayir da zanîn ku gelê Dêrsîmê ji 1938’an heta niha zilmê dibîne û desthilatdarî hewl dide çanda Dêrdîmê tune bike. Aliye Agbayir daxuyakirin ku desthilatdarî hilweşîna herî mezin li ser baweriyê dike û got: “Ev bi salane em ji bo parastina xweza, bawerî û çanda Dêrsîmê têdikoşin. Em li Pilumurê li dijî projeyan têdikin. Em yek kesek bin jî em ê xweza û baweriya xwe biparêzin.
‘Maden nikarin bikevin Dêrsîmê’
Sunda Ozdemîr jî wiha anî ziman: “Ez ji HES’an, MES’an fêm nakim. Ez ji Dêrsîmê me. Ez zaroka Dêrsîmê me. Em ji bo axa xwe xweza xwe her tiştî dikin. Maden nikarin bikevin Dêrsîmê. Em destûr nadin kes dest bide axa me.”
‘Divê em veguherin berxwedanên giştî’
Seroka Komeleya Hawirdorê ya Munzurê (MÇD) Hatun Esen jî da zanîn ku di têkoşîna ekolojiyê de jin di eniya pêş de cih digirin û li Dêrsîmê jî jin pêşengên vê têkoşînê ne. Hatun Esen wiha bi lêv kir: “Bi erdnîgariya Dêrsîmê re navbera mirovan de têkiliyek xurt ava dibe. Jinên Dêrsîmê ji berê de xweza xwe diparêzin û di eniya pêş de têdikoşin. Li dijî talanê têdikoşin. Divê her kes berê xwe bide Dêrsîmê û bên gel hev.”
‘Divê em li dijî talanê dengê xwe bilind bikin
Ji Baskên Ekolojiyê û Jinê ya Federaysona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Elvan Ozerî lî jî balkişand ser talanê û wiha got: “Ev proje tên wateya tunekrina çand, xweza û erdnîgariyê. Geliyê Dêrsîmê, Dêrsîm bixwe ye. Munzur ji bo me girînge. Munzur tunebe, Duzgun Baba tunebe Dêrsîm tuneye. Divê em pêşî li van bigirin. Jin nahêlin kes detê xwe bide Munzurê. Divê em li dijî talanê dengê xwe bilind bikin.”







