Emîne Erbek: Em kujeran nas dikin edaletê dixwazin

  • 09:06 15 Gulan 2026
  • Rojane
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Emîne Erbek ku di 1996’an de di komkujiya Basê de bav û apê wê jiyana xwe ji dest dan wiha got: “Em kujeran nas dikin. Em rastiyan dizanin. Em dixwazin gumanbar bên cezakirin û edalet pêk bê.”
 
Di rojên borî de wezîrê dadê Akin Gurlek, piştî geşedanên di dosya Gulîsan Doku de ku di nav de waliyê berê yê Dêrsîmê û kurê wî jî hene gelek kes hatin girtin şûnde, da zanîn ku ji bo kuştinên kiryar nediyar Yekîneya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar hatiye avakirin. Bi vê yekîneyê di serî de qetilkirinên jin û zarokan, li 75 bjaran pêvajoya lêkolînkirina bi giştî 638 dosya û 693 bûyeran hat destpêkirin.
 
Dema kuştinên kiryar nediyar yên Tirkiyeyê tên gotin ya ewil tê hişê mirovan Dayikên Şemiyê ne. Emîne Erbek bahsa bavê xwe Ahmet Kaya û apê xwe Halil Kaya, yên ku di Çileya 1996'an de li gundê navçeya Basa a Şirnexê hatin binçavkirin û bi îşkenceyê hatin kuştin kir.
 
'Daxwaza me edalet e'
 
Emîne Erbek da zanîn ku di meha çileyê 1996’an de li gundê girêdaye Basê ya Şirnexê bavê wê Ahmet Kaya û apê wê Halîl Kaya hatine binçavkirin û got nasnameya wan li qerekola cendermeyan dîtine û wesayîta ku cenazeyên wan têdebûne jî hatibû gulebarankirin. Emîne Erbek wiha got: “ Dema bavê min birin apê min jî birin. Bi bavê min re 6 kes binçav kirin.Birin Tabura Taşkonak. Sê rojan îşkence lê kirin. Di 15’ê çileyê 1996’an de wesayîta ku bavê min û apê min, bi giştî 6 kes lê siwar kirin, gulebaran kirin û şewitanidn. Dewletê wê demê îdia kir ku PKK’ê kiriye. Lê PKK’ê ev nekiribû. Dewletê bixwe kir û ser bûyerê girt. Lê em rastiyan dizanin. Em her tiştî baş dizanin.”
 
‘Ji bo kesên din winda nebin min têkoşîn da’
 
Emîne Erbek di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi salan ji bo gumanbar bên dîtin têkoşînek mezin a hiqûqê daye û seranserê jiyana xwe têkoşîn meşandiye. Emîne Erbek wiha anî ziman: “Me ji bo windayên xwe têkşoîn da. Em çûn çalakiya runiştinê ya Qada Galatasarayê. Ji bo edalet pêk bê me dengê xwe da bihistin.Bi hêviya ku em agahiyekê bigirin me têkoşîn da. Me êşek mezin kişand. Bi sedan kes bi destê dewletê hatin windakirin. Ji bo kesên din winda nebin min têkoşîna xwe da.”
 
‘Bila îşkence bidawî bin’
 
Emîne Erbek di berdewamiyê de diyar kir ku cenaze wê demê ji aliyê leşkeran ve bi komî hatine çalkirin û got: “Di 2012’an de em çûn cihên ku cenaze hatine çalkirin. Me hestiyên bavê min derxistin û birin gundê xwe. Kujerê hemû kiryarnediyaran dewlet e. Ya vê dike dewet bixwe ye. Bila êdî kes nemire. Bila hesabê windayan bê pirsîn.Bila îşkence bi dawî bin. Bila wezîrê dadê soza ku daye bîne cih.Bila berpirs bên darizandin û hesab bidin.”