Dengê Aştiyê ji Amedê gihîşt Tirkiyeyê: Ji Abdullah Ocalan re statu

  • 20:57 16 Gulan 2026
  • Rojane
AMED – Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di "Foruma Aştî û Azadiya Civakî" de axivî û diyar kir ku dengê aştiyê ji Amedê digihîje tevahiya Tirkiyeyê û daxwaza naskirina statuya Abdullah Ocalan kir da ku astengiyên li pêşiya aştiyê werin rakirin.
 
"Foruma Aştî û Azadiya Civakî" ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya 5’an de bi çalakiyên cûrbecûr berdewam kir. Çalakiya dawîn, ku li Qesra Cemîl Paşa hate lidarxistin, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) Tulay Hatîmogulları, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Doğan Hatun û Serra Bucak û bi rêya înternetê Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed û gelek kesên din beşdar bûn.
 
Bername bi axaftina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye Îlham Ehmed ya li ser onlineyê destpê kir. Îlham Ehmed diyar kir ku gava mirov li dîroka avabûna dewletan dinihêre dibîne ku sîstema dewletneteweyê bi giştî li ser yek reng, yek ziman û yek neteweyê hatiye avakirin. Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev nêzîkatiya dewletan, ji ber encamên xwe yên ferzkirina şêwazekî yekrengî, bûye sedem ku di navbera civakan de nakokiyên kûr derkevin û wiha got: “ Krîzên ku îro derdikevin holê; krîza aborî, krîza ziman, krîza baweriyan û krîza siyasî, hemû di nava xwe de van krîzan dihewînin. Wek mînak; dewleta Sûriyeyê. Di encama vê sîstema tekparêz de, krîzeke pir kûr di hundirê Sûriyeyê de tê jiyîn. Di vê dawiyê de, bi şerê ku qewimî, hem şerekî navxweyî pêk hat û hem jî ji derve destwerdan çêbûn. Sûriye rastî wêraniyeke mezin hat. Bi salan e ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hewldan hene.”
 
‘Heya mafê Kurdan neyê dayîn, Sûriye ji krîzê xelas nabe’
 
Îlham Ehmed da zanîn ku divê dewlet li hundirê xwe, pergala xwe bi rengekî ku bikaribe mafê hemû pêkhateyan, hemû baweriyan û hemû zimanan biparêze, ji nû ve ava bike. Îlham Ehmed anî ziman ku  divê feraseta tekparêz bê guhertin û wiha domand: “Ji bo ku mirov bikaribe vê yekê pêk bîne û jiyaneke wekhev ava bike, divê hemû rengên civakê, hemû ziman û bawerî, xwe tê de bibînin. Her kes bikaribe çanda xwe bijî, zimanê xwe biparêze û bi nasnameya xwe ya azad di nav vê sîstemê de cih bigire. Heke ev yek neyê kirin, ango li ser mafên neteweyî, mafên ziman û çandî asîmîlasyon û înkarkirin berdewam bike, ew ê krîzên demdirêj careke din derkevin holê. Di van salên dirêj ên şoreşê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser derketiye pêş. Ev pergal, wekî projeyekê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ereban, Suryaniyan û hemû pêkhateyên din bûye sîstemeke hevpar a jiyana bi hev re. Lê belê, ji bo misogerkirina van mafan û çareseriyeke mayînde, pêwîstî bi destûreke nû heye. Destûreke demokratîk ku ne li ser bingeha neteweperestiyê, lê li ser bingeha ‘neteweya demokratîk’ û naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê bê amadekirin. Ger destûreke bi vî rengî neyê nivîsandin û mafê Kurdan û pêkhateyên din di bin ewlehiyê de neyê girtin, Sûriye nikare ji vê krîzê derbikeve.”
 
‘Formek watedar e’
 
Piştî axaftina Îlham Ehmed Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hamîtogullari axivî. Tulay Hamîtogullari di axaftin xwe bal kişand ser Forûma Aştî û Azadiya Civakî û got: Di nava vê pêvajoya 5 rojan de; ji bo çanda jiyana hevpar, aştî û demokrasiyê, ji bo tesîskirin û mayîndebûna aştiya civakî ya li ser van xakan, gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermendan nêrînên cihêreng dan nîqaşkirin û li ser rêbazên cuda axivîn. Bêrî niha bi demeke kurt em beşdarî panelekê bûn û bi rastî jî paneleke gelekî xweş bû, ji ber ku asoveker bû. Ji ber ku nihêrîna li aştiyê ya ji eniyeke din bû. Ji ber ku li aştiyê nihêrîna ji çavê hunermendekî, ji çavê lîstikvanekî, ji çavê muzîkjenekî û bilêvkirina zimanê wê bi peyv û notayên wê çawa dibe; di vê forûmê de xebata vê yekê hate meşandin. Bi vê wateyê jî ev forûm gelekî watedar e.”
 
‘Tirkiye di çerxerêya derfeteke dîrokî de ye’
 
Tulay Hamîtogullari di axaftina xwe de destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyek heye ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku zêdetirî sal û nîvek e dewam dike re teşe digire û wiha pêde çû: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, hin gavên hatine avêtin hene. Lê belê hûn jî pir caran dibihîzin ku bi taybetî di van çend hefteyên dawî de ev gav li hin xalan asê mane. Banga Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke dîrokî ye. Tirkiye di çerxerêya derfeteke dîrokî de ye. Li vê çerxerêyê aştî, demokrasî û hiqûq heye. Ji bo ku bigihîjin armanca xwe û ev çerxerê rast bizîvire, di dema xwe de avêtina gavên rast gelekî jiyanî ye. Sîgorteya aştiyê hiqûq e, misogeriya wê jî demokrasî ye.
 
‘Divê ji bo statuya Birêz Ocalan gav bê avêtin’
 
Tulay Hatîmogullari axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ji bo sererastkirinên qanûnî û hiqûqî gav bên avêtin. Divê ji bo bidawîkirina pergala qeyûman, ji bo pêkanîna biryarên DMMEyê û ji bo berdana gelek girtiyên siyasî, rojnameger û nivîskaran gav bên avêtin. Divê ji bo statuya Birêz Ocalan gav bê avêtin. Gav avêtin karekî wêrekiyê ye. Karekî jidil e, karekî baweriyê ye. Di heman demê de karekî hişmendiyê ye. Divê tabû bên şikandin. Divê carekê em ji tirsên xwe rizgar bibin.”
 
‘Me tecrubeyeke baş bidest xist’
 
Dogan Hatun diyar kir ku piştî 15 salan, ev forûm careke din li Amedê hate lidarxistin û wiha axivî: “Dema me dest pê kir gelek pêşniyar hatin, gelek serlêdan ji bo atolyeyan hatin. Lê mixabin pênc roj têra me nekir. Pênc roj têra hemû atolyeyan nekir. Lê me jî biryareke wiha –wekî mizgîniyekê jî em bêjin– me biryareke wiha da: Ya ku me di van pênc rojan de tecrube kir, pêdiviya vê yekê di serî de ji rêveberiyên herêmî û hemû civakê re wekî dersekê danî pêşiya me. Di civakê de me çi kêm hiştiye? Em ê çawa zêdetir dengê aştiyê bilind bikin? Em ê çanda xwe, hunera xwe û zimanê xwe bi çi rengî zêdetir bikin û em ê çawa xwedî lê derkevin? Me tecrubeyeke baş bidest xist.
 
Bi rastî jî kedeke baş bû. Ev hatina ba hev, piştî vê rojê, bû rêyeke fireh. Ew ê her tim ev rêya fireh vekirî be, dirêjtir be û mezin bibe. Soza me jî ev e: Me destpêkek kir; kar û barên aştiya civakî û azadiya gelan, em ê bi çi awayî, bi kîjan rengî esas bigirin. Ev esasbûn ew ê me çiqas bişve bibe, bû mînak. Bi rastî jî gelek mînakên serkeftî me di van pênc rojan de dîtin. Dîsa dibêjim, ev bû rêyeke fireh, ev derî vebû. Civak bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi zanabûna xwe, bi tembûra xwe, bi lîstika xwe, bi sînemaya xwe. Qada jiyanê, ev qada hevpar, qada jiyanê dê bi çi awayî bibe; bi rastî me tecrubeyeke têr û tijî dît.”
 
Dogan Hatun bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik û wiha bi dawî kir: “Di 27ê Sibata 2025an de, wekî ku hûn jî dizanin pêvajoyeke aştiyê li Tirkiyeyê dest pê kir. Ev forûm jî bû wek destpêkekê. Ev roj, wekî şitlekê li nav axê şîn hat. Ew ax jî dê vê şitla aştiyê mezin bike, bibe dareke mezin û pelên wê li hemû cîhanê belav bibin. Em ê bi hev re bixebitin û pêvajoyê bi ser bixin.”