Li Agiriyê konferansa jinan

  • 12:45 18 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma "Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Agiriyê konferansa jinan li dar xist. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Agiriyê bi dirûşma "Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” konferansek li dar dixe. Konferans li avahiya partiyê pêk hat. 
 
Axaftina vekirinê ji hêla endama Koordînasyona Jinan a DEM Partiyê Sudan Guven ve hat kirin. Sudan Guven, destnîşan kir ku pêvajo ji bo jinan girînge û jin dê bi rêxistinbûneke xurt pêşengtiyê bikin. 
 
Piştî axaftinên destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.