Kurdistan Koçer: Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de YPJ cih bigre
- 09:04 21 Tîrmeh 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
DÊRIK - Endama Konseya Leşkerî ya YPJ'ê Kurdistan Koçer anî ziman ku xeteriyên mezin li ser jinan hene û got: "Divê xwedî li YPJ'ê bê derketin, ji ber ku xeterî li ser jinan heye. Hikûmeta demkî ya Şamê di şexsê YPJ'ê de hemû jinan hedef digire û qebûl nake."
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di sala 2013’yan de, di çarçoveya şerê Sûriyeyê û pêdiviya zêde ya bi hêzên parastinê yên herêmî li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi fermî hatin damezrandin. Ev yekîne weke baskê leşkerî yê jinan ku bi projeya xweser ve girêdayî ye, hat damezrandin. Armanca wê parastina deverên herêmî û zêdekirina beşdariya jinan di warên leşkerî û siyasî de bû, di çarçoveya vîzyoneke rewşenbîrî û siyasî de ku li ser bingeha felsefeya “konfederalîzma demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ve ji bo avakirina civakê hatiye pêşniyarkirin. Ev felsefe tekezî li ser prensîbên azadiya jinan, wekheviya zayendî û pirrengiya neteweyî di avakirina civakê de dike.
Di nav pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê ku piştî peymana 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dest pê kiriye de, mijara qebûlkirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) asê maye. Tevî ku şandeyeke ji YPJ’ê bi Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî re di meha Nîsanê de li hev civiyan, heya vê rojê jî ev doz bi gelek astengiyan re rûbirû dimîne.
Endama Konseya Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Kurdistan Koçer li ser entegrasyona YPJ'ê û destkeftiyên ku YPJ'ê di nava salên şoreşê de bidest xistine ji ajansa me re nirxandin kir.
Kurdistan Koçer di destpêka axaftinê xwe de diyar kir ku şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinên kurd hat destpêkirin û got: "Ev 14'e sal in bê navber têkoşînek ji aliyê YPJ'ê ve tê meşandin. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinên kurd hat destpêkirin. Îro YPJ ji bo hemû jinên cîhanê bûye nimûne. Ji ber ku YPJ'ê bo hemû jinan têkoşîn da meşandin. Eger îro hikûmeta Şamê dibêje ku YPJ nikare di destura nû ya Sûriyeyê de cîh bigre nayê qebûl kirin. Ji ber ku têkoşînek YPJ'ê heye, berxwedana ku YPJ'ê daye meşandin ku dîrok bûye şahidê wê.
Çawa ku me parastina gîştî Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir bi hemû pêkhateyên wê re me wekî jinên Kurd pêşengtî kir. Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de em cihê xwe bigrin. Hedef û armanca me ew e ku em hemû jinan bikin xwedî maf û îrade û parastina hemû civakê bikin. Em şer naxwazin, berovajî wê ev 14 salin em têkoşîna Sûriyeke demokratîk ku hemû netewe cihê xwe di nav de bigre didin. Di nava wê tekoşîna me de hemû rengên neteweyan heye, loma em dibêjin divê em di destura nû ya Sûriyeyê de cihê xwe bigrin. Divê hebûna me wekî jin di nava wê destûrê de hebe."
'Pergalek nû tê avakirin divê jin cihê xwe tê de bigrin'
Kurdistan Koçer diyar kir ku YPJ ji bo parastina hemû jinan hêzeke sereke ye û wiha anî ziman: "Di herêmê de girîngiya YPJ'ê heye. Êrîşên pir dijwar li ser jinan tên meşandin. Mînaka herî berbiçav di şerê dawî de hevalên me ji avahiyên 3 qat hatin avêtin, keziyên şervanên jin hatin jêkirin, ji ber wê jî divê hêza parastina jinan di nava civakê de hebe. Rojane jin tên kuştin û dixwazin Sûriyeke reş û tarî ava bikin, dixwazin ku di nava Sûriyeyê de tu rola jinan nebe. YPJ hêza ku hemû cîhan ne karî li hemberî wê şer bike ye. YPJ'ê li hemberî DAIŞ'ê şer kir. Eger pergalek nû li Sûriyeyê were avakirin û jin cihê xwe di nav de negirin em wekî YPJ'ê qebûl nakin."
'Hikûmeta demkî di şexsê YPJ'ê de hemû jinan dike hedef'
Kurdistan Koçer anî ziman ku YPJ di nava Gelê Kurd de wekî nasname û hebûn tê dîtin û wiha got: "YPJ di nava Gelê Kurd de wekî hebûn û nasname tê dîtin. Îro bi pêşengtiya YPJ'ê gelek sazî û dezgehên jinan hatin avakirin. Jin di nava civakê de bi hemû karan re eleqedarin û cihê xwe tê de digrin. Jin ji komîne heTa, dîplomasî, aborî û hemû saziyan cihê xwe digirin û em dikarin bêjin ku ew bi pêşengtiya YPJ'ê hatine kirin . Divê xwedî li YPJ'ê bê derketin, ji ber ku xeterî li ser jinan heye. Hikûmeta demkî ya Şamê di şexsê YPJ'ê de hemû jinan dike hedef û qebûl nake. Divê Gelê Kurd xwedî li YPJ'ê derkeve û piştgiriyê bide zarokên xwe, ew şervanên jin hemû zarokên wî gelî ne. Ji bo parastina jinan û parastina hemû mirovahiyê YPJ rahiştiye çekan. Berxwedan û têkoşîna me ya ji bo YPJ'ê berdewam dike."
'Heta ku em yek şervan bimînin jî em ê YPJ'ê biparêzin'
Kurdistan Koçer da zanîn ku YPJ ji bo jinan têkoşînek bê navber da meşandin, riya azadî û têkoşînê ji jinan re vekir û wiha anî ziman: "Têkoşîna YPJ'ê ji bo jinan her dewam kir. Jinên ku ne dikaribûn ji nava malê derkevin îro bi sekna xwe bûne pêşeng. YPJ ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû jinên cîhanê bûye mînak. YPJ'ê di hemû qadên jiyanê de rê li pêş jinan vekir, jin perwerde kirin, rexistin kirin. YPJ'ê hişt ku jin bibin xweddî îrade û hebûn û di anav hemû saziyan de cihê xwe bigrin. Ew ji bo me wekî YPJ'e cihê serfiraziyê ye. Têkoşîna ku me daye meşandin têkoşînek bi encam e. Em ji hêza xwe bawerin, her çiqas êrişên dijwar li ser me çêbûn jî û bixwzin me tûne bikin nekarîn. Em hêzekî xwedî heqîqet,xwedî dîrok û berxwedaniyek pir mezinin. Wê kesek bi rihetî nikaribe wê têkoşînê tûne bike. Heta yek ji me şervanekî YPJ'ê bimîne em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Têkoşîna me wê hîn zêdetir bibe, israra me ya serkeftinê wê mezin bibe. Her çiqas êrîş li ser nirxên me, gelê me û têkoşîna me bên kirin jî wê kîna me ya tolhildanê û xwegîhandina serkeftinê hîn zêdetir bibe. "
"Pêngav hatiye destpêkirin, lê lewaz e divê bertek zêde bin'
Kurdistan Koçer di dawiya axaftinê xwe de diyar kir ku divê pêngava xwedderketina YPJ'ê hîn zêdetir mezin bibe, divê jinên kurd û hemû jinên cîhanê piştgirê bidin têkoşîna YPJ'ê ji ber ku xeterî li ser hemû jinan heye û wiha dawî li axaftinên xwe anî: " Demek direje ji bo piştgiriya YPJ'ê pênv hatiye destpêkirin. Divê ji hemû beşên civakê, ji hemû welatan piştgirî JI BO YPJ'ê hebe. Ji ber ku xeteriyek pir mezin li ser hemû jinan heye. ew xeterî ne tenê li ser jina Kurd li ser hemû jinan heye. hikûmeta demkî ya Şamê di bin navê îslamê de dixwaze qural û qaydeyan li ser jinan bide Divê hemû jin hişyar bin li hemberî lîstokên hikûmetê, dixwazin jinan bê îrade bihêlin. Divê li Kurdîstanê û dervî welat xwedî derketina YPJ'ê mezin bibe. Pêngav hatiye destpêkirin, lê lewaz e divê bertekên gel zêde bibin.
Ne tenê YPJ'ê bi tu awayî jinan qebûl nakin, eger jin neyên qebûl kirin wê şer,dizî û talan dîsa dest pê bike. Divê em hemû jin bi yek dengî, li heberî dijminê ku dixwaze îradeya jinan tune bike xwedî li wê têkoşînê derkevin. Wekî şervanek YPJ'ê em ji hêza xwe bawerin, me ji yek du hevalan destpêkir niha bi sedan jinan em têkoşîn dikin, em ê xwedî li wê têkoşînê derkevin. Bangawaziya me ji bo hemû jinan e ku xwedî li têkoşîna jinan derkevin da ku em di Sûriya nû de cihê xwe bigrin."







