Bi posterê Abdullah Ocalan serdana şînê kirin

  • 12:47 24 Tebax 2026
  • Rojane
WAN - Ciwanên Wanî bi dirûşme û vekirina posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê şîna cangoriyan meşiyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.
 
Li navçeya Artemêtanê ya Wanê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê şîn hate danîn. 
Ciwanên Wanê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” û bi vekirina posterek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava qada şînê de meşiyan û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwendin.
 
Welatiyên beşdarî merasîma sersaxiyê bûn diyar kirin ku divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û tekez kirin ku pêwîst e têkoşîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bê mezinkirin û ji bo serkeftina rêya aştiyê gav bên avêtin. Welatiyan anîn ziman ku û gotin: "Em heta dawiyê li pişt têkoşîna pîroz a ku zarokên me dane ne. Wan têkoşînek bi rûmet dane. Em ê vê têkoşîna bi rûmet biparêzin. Em ê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. Em hêvî dikin ku ev şehîdên dawîn bin. Em heta dawiyê li pişt wan in. Zarokên me serbilindî û kêfxweşiya me ne."
 
Şîn bi serdanên girseyî didome.