Kargeha 'Hişmendiya Bobelatan û Wekheviya Zayendî' hat lidarxistin

  • 09:13 28 Tebax 2026
  • Rojane
AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê bi hevkariya Komeleya Rêveberiya Bobelatan û Hevgirtinê (DMS), li Sûka Keda Jinan kargehek li ser “Hişmendiya Bobelatan û Wekheviya Zayenda Civakî di Bobelatan de” li dar xist.
 
Di kargeha ku hejmarek xebatkarên jin beşdar bûn de hat destnîşankirin ku bobelat ne tenê bi wêrankirina fîzîkî sînordar in, lê di heman demê de newekheviyên zayendî yên heyî jî kûr dikin. Di bernameyê de rîskên taybet ên ku jin, zarok û komên hestiyar berî bobelatan, di dema bobelatan û piştî wan de rû bi rû dimînin, bi berfirehî hatin nirxandin. Her wiha hat tekezarkirin ku amadekarî ne tenê tedbîreke takekesî ye, berpirsiyariyeke civakî ye; lewma pêwîstiya bi modelên rêveberiya karesatan ên li ser bingeha hevgirtin û wekheviyê hat nîqaşkirin.
Mijarên sereke yên ku di tevahiya perwerdeyê de derketin pêş ev bûn: Analîza rîskê; nirxandina metirsiyên li hawirdorê, pirsgirêkên jinan; astengiyên ku jin di dema bobelatan de rû bi rû dimînin û tedbîrên lezgîn ên çareseriyê, nûnertî û biryargirtin; misogerkirina beşdariya çalak a jinan di plansaziya bobelatan de, tîmên rêveberiya qeyranê û pêvajoyên jinûveavakirinê û herî dawî hevgirtina civakî; pêşxistina projeyên berpirsiyariya hevpar ji bo xurtkirina hevgirtina jinên li herêmê girtin dest.
 
Di kargehê de bal hat kişandin ser girîngiya birêvebirina bobelatan a li ser esasê hevgirtin û wekheviyê. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê da zanîn ku jin di bilindkirina hişmendiya civakî de roleke krîtîk dilîzin û diyar kir ku însiyatîfên bi vî rengî yên hişyarkirinê dê li tax û navendên cuda yên navçeyê berdewam bikin.