Qeydên ANKA'yê yên ziman û hunerî dest pê dikin
- 14:53 28 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Qeydên serdema nû ya Kooperatîfa ANKA'yê yên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî; kursên wêne, peykersazî, muzîk û dramayê dest pê dikin. Qeyd dê di ji 1'ê îlonê heya 20'ê Îlonê karibin werin kirin.
Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdehiyê ya ANKA'yê li ser hesabên xwe daxuyand ku qeydên wan yên serdema nû dê di 1'ê Îlonê de destpê bikin û heya 20 Îlonê bidomin. Kooperatîf da zanîn ku ew ê piştî qeydan, atolyeyên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî, İngilîzî; herwiha wêne, peykersazî, muzîk û dramayê bidin.







