Li Cizîrê bîranîn:Divê berxwedana me bi qasî xeyalan mezin be

  • 19:53 28 Tebax 2026
  • Rojane
ŞIRNEX-  Veysî Aktaş di bernameya bîranîna ku li Cizîrê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dane pêk hat de axivî û got: “Her ciwanê Cizîrî yê şehîd ketiye, vejîna ji nû ve a Mem û Zînê ye. Berxwedana me divê bi qasî xeyalên şehîdan mezin be.”
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bîranîna ku bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ve ji bo endamên Tevgera Azadiyê hatiye danîn di roja 3’yemîn de bi tevlibûna endamên Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş, Çetîn Arkaş û hezaran welatiyan bi dawî bû. Merasîma bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
 
Piştî rêzgirtinê Rêvebera MEBYA-DER’ê Esmer Çikmaz sersaxî da hemû malbatên şehîdan û got ku ew ê hertim li ser şopa şehîdan bin. Piştî Esmer Çikmaz, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin got ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û wiha got: “Şehîdên me destana Kurdistanê nivîsandin, wan nasnameya Kurdan ya parçebûyî gîhandin hev û îro em bi saya wan û saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihîştine astake dîrokî. Ji îro pê ve xwedîderketina şehîdan xwedîderketina rêça wan û xwedîderketina bîrdoziya Rêber Apo ye.”
 
‘Em ê vê çîrokê temam bikin’
 
Piştî Bêrîtan Guneş Altin, Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş got ku bajarê Cizîrê bajarek qedîm e û wiha axivî: “Cizîr bajarek pir qedîm e, Cizîr warê Mem û Zîn e û çîroka wan nîvî maye. Em ê vê çîrokê temam bikin. Hevalên me yên îro em wan bi bîr tinîn xwediyê pêvajoya tê meşandin e. Bi keda wan ev pêvajo hatiye destpêkirin. Hevalên jin weke Zînê ji bo vê dozê tekoşîn dane. Berxwedana van hevalan xeta Rêber Apo mezin û bihêz kir.”
 
‘Bekoyên demê dixwazin pêvajoyê bixetimînin’
 
Veysî Aktaş da zanîn ku ji bo pêvajo bigehe armancê divê têkoşînê were bilindkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serokatî ev pêvajo daye destpêkirin ji bo ku ev pêvajo bigehe serî divê em tekoşîna xwe bilind. Dewlet nabêje vaye ji we re mafên we. Divê me têbikoşin û mafên xwe bidestbixin. Bekoyên demê dixwazin pêvajoyê têk bibin û doxwazin nifaqê bêxin nava gel. Ev Bekoyên demê dibêjin tevgerê dev ji çekê berde, me li hember Tirkiye dev ji çek bikaranînê berdaye. Di rojhilata navîn nabe ku mirov pê parastin bimîne. Em mecbûr in parastina xwe ya rewa bikin. Dema li Tirkiye pêşiya siyaseta demokratîk hat vekirin, em ê şerê xwe yê demokrasiyê bikin. Dema li çar parçeyên Kurdistanê rêya tekoşîna demokratîk vebû wê demê em ê dev ji çekê berdin û siyaseta demokratîk bikin.”
 
‘Ew çiqas xwediyê komarê bin em jî ew qas xwediyê komarê ne’
 
Veysî Aktaş avakirina Komara Tirkiyeyê bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Tirk çiqas xwediyê komarê bin, Kurd jî ew qas xwediyê komarê ne. Wan çiqas berdel dabe me jî ewqas daye. Dema ew li makezagona 1920an vegeriyan û mafê Kurdan dan wê demê pirsgirêk namîne. Divê Tirkiye li soza avakirina komarê daye xwedî derkeve. Destpêka vê pêvajoyê naskirina Kurdan e. Piştî naskirina Kurdan em ê mafên xwe hemûyan bistînin.”
 
‘Şehîd li gor exlaqê PKKê û xeta Serokatiyê meşiyan e’
 
Veysî Aktaş herî dawî sersaxî ji gelê Cizîrê re xwest û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hevalên me li gor exlaqê PKKê tevgeriya ne. Li gor xeta Serokatiyê meşiyan e. Gelê Cizîrê vê xetê baş dizane û divê li gor vê xetê tevbigere. Dema hûn kêmasiyan bibînin bêdeng nemînin. Li gor rihê welatparêziyê tevbigere. Em carek din dibêjin serê Rêber Apo, serê Cizîrê û serê gelê Kurd saxbe.”
 
Piştî axaftina Veysî Aktaş merasîma bîranînê sînevîzyona derbarê şehîdên Tevgera Azadiyê de hat pêşandan û bîranîna şehîdên Cizîrê bi dirûşmên, ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.