Komîteya Jinan li Beyrûtê panela jîneolojiyê li darxist
- 19:33 29 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Jinan a Kombenda Newroz a Çand û Civakî li Beyrûta Lubnanê, bi armanca ronîkirina têgehên sosyolojîk û pirsgirêkên jinan bernameyeke nû da destpêkirin û panela xwe ya ewil li ser zanista Jineolojiyê li dar xist.
Komîteya Jinan a Kombenda Newroz a Çand û Civakî bernameyeke nû ya perwerde û zanistî ji bo jinan da destpêkirin. Ev bername bi rêzecivîn û rûniştinên perwerdeyê dest pê dike ku armanca wan ew e têgehên sosyolojîk, pirsgirêkên jinan û rolên wan di civakê de ronî bikin.
Di vê çarçoveyê de, îro li navenda kombendê ya li Beyrûta Lubnanê, panelek rewşenbîrî û perwerdehî li ser zanista Jineolojiyê hat lidarxistin. Gelek jinên ku bi mijarên civakî û çandî re eleqedar dibin, tevlî vê panela ku di bernameyê de ya ewil bû, bûn.
Balkişandina li ser zanista Jineolojiyê
Panelê herî zêde bal kişand ser têgeha Jineolojiyê ku qadeke zanînê ye û li ser lêkolîna jinan, ezmûn, dîrok û pozîsyonên wan ên di nav têkiliyên civakî û çandî de disekine. Her wiha armanc kir ku pirsgirêkên jinan ne bi nêzîkatiyên kevneşopî, de ji perspektîfek li ser bingeha ezmûn û rastiyên wan ên jiyanî were famkirin.
Di dema panelê de, beşdaran nêrînek giştî li ser bingeh û pêşveçûna Jineolojiyê wekî zanist û nêzîkatiyeke nasnameyî pêşkêş kirin. Her wiha şert û mercên ku bûn sedema derketina vê nêzîkatiyê û nîqaşkirina pirsgirêkên jinan li ser bingeha ezmûnên wan ên dîrokî, civakî û çandî hatin nirxandin.
Xalên sereke yên ku di semînerê de hatine gotûbêjkirin
Di semînerê de mijarên cuda yên di nav Jineolojiyeyê de hatin nîqaşkirin. Hin ji van mijaran ev in: “Lêkolîna rastiyên jinan, dîrok û rolên wan di nava civakê de. Xwezaya têkiliyên civakî û sedemên cudakarî û newekheviyê. Faktorên ku bandorê li rewşa jinan dikin û rola wan a di bidestxistina guhertina civakî de.nîqaşan tekez kirin ku divê ezmûnên jinan wekî çavkaniyeke bingehîn a zanînê bên dîtin. Ev yek dihêle ku têgihîştineke berfirehtir li ser dijwariyên jinan çêbibe û nîqaşên ku bi hewcedarî û rolên wan re têkildar in, bên vekirin.
Rewşa Jineolojiyeyê li herêma Ereban
Panel her wiha li ser rewşa heyî ya têgeha Jineolojiyeyê li herêma Ereban rawestiya û bal kişand ser belavbûna wê ya sînorkirî li gorî rêbazên zanistên civakî yên kevneşopî. Ev rewş, danasîn û nîqaşkirina Jineolojiyeyê dike qadeke girîng ji bo têgihîştina potansiyela wê di lêkolînên jin û civakê de.
Beşdaran di beşa pirs û bersivan de li ser raman û têgehên pêşkêşkirî nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin. Gelek jinan anîn ziman ku pêkanîna van qadên diyalog û fêrbûnê ji bo jinan gelekî girîng e; lewra ev yek pêşxistina zanînê pêş dixe û dihêle ku jin beşdarî nîqaşên civakî bibin.
Girîngiya perwerde û zanînê
Di dawiyê de, Komîteya Jinan a Kombenda Newroz tekezî li ser girîngiya pêşvebirina zanîna jineolojî û sosyolojiyê kir û jin teşwîq kirin ku bixwînin, fêr bibin û beşdarî perwerde û civînên rewşenbîrî bibin. Komîteyê diyar kir: “Zanîn û perwerde wekî amûrên bingehîn ji bo têgihîştina rastiya civakî, analîzkirina pirsgirêkên jinan û diyarkirina rolên wan di civakê de tên hesibandin.”
Bi rêya vê rêzeperwerdeyê, armanca Komîteya Jinan ew e ku beşdarî pêşxistina çanda civakî û rewşenbîrî ya jinan bibe, zanîna wan li ser têgehên nû zêde bike û bi vî rengî nîqaşên li ser rol û beşdariyên jinan di nava civakê de xurt bike.







