'Wêneyekî baş ê kurê min bikişîne'

  • 10:18 12 Îlon 2026
  • Rojane
Neslihan Kardaş 
 
ŞİRNEX - Di merasîma bîranînê de ku li navçeya Hezexê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat lidarxistin, malbatan êşa xwe parve kirin. Dayikên ku wêneyên zarokên xwe bi rengên sor, zer û kesk xemilandibûn, daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û gotin: "Ew hemû zarokên me ne."
 
Ji 21'ê Tebaxê û vir ve, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo kesên ku di dem û cihên cuda di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bibîranînê tên lidarxistin. Ji duh ve, li navçeya navendî û navçeyên din ên Şirnexê jî bibîranîn pêk tên. Yek ji van cihan jî Hezex  e. Bibîranîna li Hezexê mînakeke berbiçav pêşkêş dike ka çawa ew êşa hevpar bi rastî bûye ya hemûyan. Her malbatek ku tê wir, derbarê her şehîdekî/ê de dibêje: "Ew zarokên me hemûyan e. bi vê re êş tê parvekirin û ruhê berxwedan û têkoşînê mezin dibe.
 
'Tu hezar carî bi xêr hatî lawê min.'
 
Hezex cihek e ku beşeke mezin a nifûsa wê ji Koçeran pêk tê ye. Bi awayekî xwezayî, di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de Koçer jî hene. Jinên Koçer her tim bi rengên xwe yên zindî balê dikişînin. Di merasîma bibîranînê de, ez dibînim ku dayikên Koçer wêneyên zarokên xwe bi van rengan dixemilînin. Ew wêneyan ji serî heta binî bi rengên sor, zer û kesk dixemilînin. Zarokên wan şervanên berxwedanê ne û rengên wan jî rengên berxwedanê ne. Ji bo gelê Kurd, ev sê reng êdî ne tenê sê rengên li kêleka hev in; careke din, berxwedan bi temamî li xwe dike sor, zer û kesk.
 
 
Dayikek tê cihê merasîmê. Ew di nav wêneyên ku li ser maseyan hatine danîn de, wêneyê zarokê xwe dibîne. Di çavên wê de xemgîniyeke kûr, lê di helwesta wê de ruhê têkoşînê yê mezin heye. Ew li kêleka wêneyê kurê xwe cih digire û dibêje: "*Tu hezar car bi xêr hatî lawê mino*. Di heman demê de, ew wêneyê kurê xwe bi wan qurdaleyên sor, zer û kesk ên ku bi xwe re anîne, dixemilîne. Ew heman hevokê dubare dike. Ew dayik hem kurê xwe vedixwîne axa wî û hem jî li wir xatirê dawî jê dixwaze. Paşê, ew li xwe dizivire û bang li hemû dayikên li wir dike û dibêje: "Lawê we hemûyan xêr hat." Gava rûdinê, ew nîşana serkeftinê jî dike.nîşana ku bi berxwedanê re bûye yekû li wir cihê xwe digire.
 
Berxwedan di bin heman banî de dibe yek
 
Hinekî dûrtir, dayikeke din derbarê her du zarokên xwe de bi carekê agahî wergirtiye. Bi zehmetî li ser piyan dimîne û dirûşma "Şehîd Namirin" berz dike. Daxwaza wê  tenê ew bû ku wêneyên zarokên xwe bibîne; ew li kêleka wêneyan rûdinê. Rast li kêleka wê, dayikeke din bi girî û şînê gazî dike, di heman demê de bavek bi awayekî kûr û dirêj li wêneyekî dinêre. Dayikeke din, dema dibîne ku ez wêneyekî dikişînim, ji min re dibêje: "Wêneyekî baş ê kurê min bikişîne." Dayik, bav, xwişk-bira û heval; hemû li wir in. Bi hev re dirûşma "Şehîd Namirin" berz dikin û sirûda "Çerxa Şoreşê" dibêjin. Çîrokên bêhejmar ên berxwedanê careke din di bin heman banî de digihîjin hev.
 
Em mîkrofonê didin malbatên wan kesên ku zarokên wan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.
 
‘Ew hemû şehîdên me ne’
 
Mehmet Emin Sosın (Delil) di sala 1991'ê de tevlî refên PKKê bû. Wî di 13'ê Îlona 1992'yan de li Bêzelê jiyana xwe ji dest da. Malbatê heta niha tu agahî wernegirtibû. Xwişka Mehmet Emin Sosın Vedîha Îstek, diyar kir ku birayê wê di sala 1991'ê de tevlî têkoşînê bûye û di sala 1992'yan de jiyana xwe ji dest daye û got: “Em nû hîn bûn ku ew şehîd bûye. Hemû şehîdên li vir şehîdên me ne. Em kêfxweş in ku merasîmeke sersaxiyê ya bi vî rengî ya komî hatiye lidarxistin. Sersaxiya xwe pêşkêşî gelê Kurd û rêberê me dikim. Sersaxiya me hemûyan be. Girtiyên me di zîndanê de hene; ji ber zextan her kes neçar ma ku malên xwe terk bike. Em dixwazin aştî pêk were.”
 
‘Ew evîn her dem di dilê wê de bû’
 
Xwişka Fatma Koybet (Newroz Hetman) ku piştre axivî, bi şibîna xwe ya li xwişka xwe bala min kişand. Me sohbet kir; min bal kişand ser wê şibîna berbiçav  û axivî: “Erê heta xalên li lêvên me jî dişibin hev. Fatma di sala 2014'an de tevlî têkoşîna azadiyê bûye û di sala 2020'an de jiyana xwe ji dest daye. Serê me bilind e; em bi wê serbilind in. Sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd re dixwazim. Ew ne tenê ji bo min, ji bo me hemûyan şehîd e. Şehîd namirin. Xwişka min dema pir ciwan bû jî dixwest tevlî bibe. Ew hewes her dem di dilê wê de bû. Ew di nav me de bû ya herî wêrek û tevlî PKK'ê bû. Bêguman, em êşa windahiyê hîs dikin, lê rêya wan rêyeke pîroz e. Em êdî naxwazin dilê tu dayikê ji ber xemgîniyê bişewite.”