Karatevanên jin ên Cezayîrî madalyayên zêr girtin

  • 20:28 12 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Werzişvanên jin, di Şampiyoniya Karateyê ya Efrîkayê de serkeftinên girîng bi dest xistin. Karatevanên Cezayîrî, di pêşbirkên roja 11’ê Îlonê de, di sê kategoriyên kumite û kategoriyeke katayê de madalyayên zêr girtin.
 
Şampiyoniya Karateyê ya Efrîkayê ku Cezayîr mazûvaniya wê dike, di 10’ê Îlonê de bi beşdariya werzişvanên payebilind ên ji welatên cuda yên parzemînê, di branşên kata û kumiteyê de dest pê kir. Şampiyonî, wê bi lîstikên ku sibê bên lîstin re bi dawî bibe.
 
Karatevanên jin ên Cezayîrî, bi madalyayên zêr ên di pêşbirkên îro de bi dest xistin re, mohra xwe li şampiyoniyê dan.