Abdullah Ocalan: Em ê xwedî li doza wan derkevin
- 16:20 14 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê gerîlayên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane peyamek şand û got: "Wekî pêwîstiyeke rêzgirtina li bîranîna wan kesên ku li ser vê rêyê şehîd bûne, divê em qada şer û pevçûnan di zûtirîn demê de veguherînin qada aştiyeke bi rûmet."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê gerîlayên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane de peyamek şand.
Berdewamiya pemana Abdullah Ocalan wiha ye:
"Em hemû karên xwe yên li ser rêya avakirina civaka demokratîk û komara demokratîk dimeşînin diyarî şehîdên xwe dikin ku di vê têkoşînê de canê xwe feda kirin.
Xwedîderketina li emaneta wan berpirsyariya herî esasî ya vê rêya me ye. Karên me yên teorîk û pratîk ên ji bo aştiyê, pêngava mezin a aştiyê ji bo wefa û hurmeta me ya kûr a li bîranîna wan a mezin e.
Ev keda ku tê dayin nîşaneya xwedîderketina li bîranîna wan e, bêbersiv nehiştina fedakariya wan e. Ji bo hêjayî bîranîna şehîdên vê rêyê bin, divê em zemîna şer bi lez û demildest veguherînin aştiyeke bi rûmet.
Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdan hemûyan ditewînin û biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketina li armanc û têkoşîna wan careke din nû dikin.
Sersaxiyê ji malbatan hemûyan re dixwazim, hevxemiya xwe bi wan re parve dikim. Dubare dikim ku hewldanên me yên ji bo jiyaneke azad a nifşên nû wê biryardarî û bêrawestan dewam bike.
Abdullah Ocalan
13'ê Îlona 2026
Îmrali."







