Şêniyên Qamişloyê ji bo zimanê Kurdî kon danîn
- 13:20 16 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî de, li bajarê Qamişloyê bi dirûşma ‘Ji bo zimanê me ji bo pêşeroja me’ kona çalakiyê hat vekirin.
Piştî biryara 27ê Tebaxê ya sînorkirina Zimanê Kurdî, dengê nerazîbûnê li dijî vê biryarê her ku diçe bilindtir dibe. Bi berdewamkirina çalakî û nerazîbûnan, mamoste, xwendekar û saziyên civakî mafê gelê Kurd ji bo fêrbûn û perwerdehiya bi zimanê dayîkê diparêzin.
Di çarçoveya çalakiyên ji bo zimanê dayikê de li bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, xwendekar û malbatên wan ji bo parastina mafê xwendin û fêrbûna bi Zimanê Kurdî û li dijî biryara sînordarkirina wî, li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî kona çalakiyê vekirin û dê çalakî du rojan berdewam bike.
Xwendekarên ku tev li çalakiyê bûne diyar dikin ku ew biryarên sînordarkirina zimanê Kurdî bi temamî red dikin û dibêjin heta biryar were paşdegirtin dê çalakiya xwe bidomînin.







