Li Semsûrê karkera çandiniyê jiyana xwe ji dest da
- 21:54 16 Îlon 2026
- Rojane
SEMSÛR – Li navçeya Kolik a Semsûrê karkera çandiyê Bîrsel Berendî ku piştî xwebata li ser erdê titunê bi traktorê vedigeriyan malê, ji traktorê de ket û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Kolik a Semsûrê karkerên çandiyê yên li ser erdên titundê dixebitîn bi traktorê vedigeriyan malê. Karker Bîrsel Berendî (50) ji traktorê de ket û ekîbên hatin cihê bûyerê piştî mudaxaleyê rakirin nexweşxaneyê. Bîrsel Berendî li wir jiyana xwe ji dest da.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







