SAMER: Di niqaşên malbata min ewle ye de ewlehî ji bo kê ye?
- 15:40 29 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER), bertekên di bin siya "Malbata min ewle ye" de ya li ser medyaya dîjîtal a piştî serdagirtin û binçavkirinên komele, weqf û cihên kar, analîz kir. Di rapora ku hezar û 300 parvekirinên li ser platforma X’yê hatin lêkolînkirin de, hate gotin ku gotara "parastina malbatê" ji aliyê beşên cuda yên civakê ve ne tenê bi nirxên ewlehî û nirxên exlaqî, di heman demê de bi parastina jin û zarokan, gihîştina edaletê, destwerdana jiyana taybet, azadiya îfade û rêxistinê û ewlehiya aborî û civakî re jî hat nîqaşkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ewlehiya malbatê bi aliyên cuda yên wekî parastina jin û zarokan ji tundiyê, têgihîştina sûc û bêcezatiyê, destwerdana jiyana taybet, azadiya îfade û rêxistinê û ewlehiya aborî û civakî re jî girêdayî ye. Di raporê de wiha hat gotin: "Di vê çarçoveyê de, dîtina berbiçav a raporê ew e ku di navbera gotara 'parastina malbatê' û hesta rastîn a ewlehiyê ya di navbera beşên cuda yên civakê de valahiyek têgihîştinê ya girîng heye."
Gelo hêz li kijan qadan kom dibe?
Rapor, destnîşan dike ku parvekirinên rexnegir ên hatine lêkolînkirin, diyar dikin, ewlehî tenê bi operasyonên ku armanca wan parastina şêwazên jiyanê yên taybetî yan jî nirxên exlaqî ye nayê misogerkirin. Her wiha hat diyarkirin ku parastina jin, zarok û endamên malbatê, ji tundiyê gihîştina edaletê, ewlehiya aborî û bikaranîna mafên bingehîn jî divê beşek ji têgihîştina ewlehiyê be. Rapor, destnîşan dike ku di parvekirinan de di bingeha rexneyên li ser hikûmet û pergalê de, pirsa ku dewlet di polîtîkayên xwe yên ewlehî û exlaqî de kîjan mijaran dide pêş û di kîjan qadan de hêza giştî kom dike heye.
Destwerdana dewletê tê rewakirin
Di raporê de hat ragihandin ku parvekirinên piştgirî yên hatine lêkolînkirin, parastina malbat, ol, çand û nirxên civakî didin pêş û parvekirinên rexnegir jî rave dikin ku ev heman têgeh dikarin ji bo rewakirina destwerdana dewletê werin bikaranîn û berevajî vê yekê hinek pirsgirêkên ewlehî, edalet û aborî yên ku di jiyana rojane de tên hîskirin bi têra xwe nayên çareserkirin. Di raporê de ev tişt hatin gotin:
"Di gotinên li ser medyaya dîjîtal de, îfadeya 'Malbata min ewle ye' êdî ne tenê nîşaneyek yekane û watedar a ewlehiyê ye; vediguhere mijareke nîqaşê ya li ser çarçoveya berpirsiyariya dewletê ya parastinê ya ji bo kê û di bin çi mercan de ewlehî tê peydakirin û pêşîniyên polîtîkayên giştî. Ev dîtin nîşan dide ku polîtîkayên malbat û ewlehiyê divê ne tenê bi nirxên exlaqî, di heman demê de di çarçoveya parastina ji tundiyê, hemwelatîbûna wekhev, edalet, ewlehiya aborî û mafên bingehîn de jî werin nirxandin."







