Isabelle Whittenberg: Fikrên Abdullah Ocalan perspektîfek azad pêşkêş dike

  • 09:05 10 Cotmeh 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Endama Heyeta Ciwanên Enternasyonalîst Isabelle Marie Whittenberg diyar kir ku fikrên Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan tenê bi tevgera Kurd sînor nîne û got: “Fikrên wî enterasyonal in. Pirtûk û îdeolojiya Abdullah Ocalan çarçoveyeke ku em ji nûve bifikirin datîne holê."
 
Endamê Komîsyona Dîplomasiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Heyeta Ciwanên Enterasyonal ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî Wezareta Dadê dabûn. Di heyetê de ji Swîsreyê Contre-Attaque & Autonomie, ji Îtalyayê Sindacato Unione Democrazia Dignità Cobas, ji Yewnanîstanê Aleksandras Civaka Malê Dagirkeriyê ya Prosfygîka, ji Katalonyayê La Saó, Ji Avustruyayê Mala Zêrîn, ji Fransayê Jeunesse Internationaliste Française û ji Îrlandayê nûnerên Cumann Saol Saor cih girtin.
 
Endama Yekitiya Ciwanên Demokratîk a Almanyayê (YUNA) Isabelle Marie Whittenberg ku di heyetê de cih girt der barê armanca heyetê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Abdullah Ocalan rolek girîng dilîze’
 
Isabelle Marie Whittenberg da zanîn ku armanca a serlêdanê rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di pêvajoya aştiyê de ye û got: “Abdullah Ocalan rolek girîng dilîze. Ew serokê vê tevgerê ye, pêşengê tevgerê ye. Li gorî min diyaloga navbera tevgera Kurd, Abdullah Ocalan û dewletê de gelek girîng e.”
 
‘Fîkr tenê bi tevgera Kurd ne sînore’
 
Isabelle Marie Whittenberg li ser sedema ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin jî sekinî û wiha domand: “Em wek enterasyonal azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Li gorî me fikrên Abdullah Ocalan ne tenê der barê tevgera Kurde ye. Fikrên wî fikrên enterasyonal in.  Em bawer dikin ku her kesên fikrên wî bikin jiyanê wê xwe azad bikin. Em dixwazin di asta navneteweyî de balê bikşînin ser tecrîdê. Em niha gavên dîrokî davêjin, em dixazin balê dikşînin ser pêvajoya aştiyê.”
 
‘Divê her kes xwe rêxistin bike’
 
Isabelle Marie Whittenberg balkişand ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk û wiha pê de çû: “Esasa pêvajoya aştiyê  eve ku banga raêxistinê li her kesî bê kirinê ye. Bi pêvajoya aştiyê re divê em hemû xwe rêxistin dikin. Ev hewcedariye. Divê her kes xwe rêxistin bike, avabûnên demokratîk yên ne girêdayê dewletê bên avakirin. Guherîna esas eve ku deji derveyê dewletê xwe rêxistinkirine.”
 
‘Divê Abdullah Ocalan azad be’
 
Isabelle Marie Whittenberg tecrîda li ser Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtinan rexne kir û ev nirxandin kir: “Ev tiştekî ecibe. Nakokiyek mezine. Divê demildest diyalog bê avakirin. Tevî pêvajoya aştiyê hîna jî astengî hene. Divê Abdullah Ocalan azad be. Şerta ewil azadiya Abdullah Ocalan e.Îdeolojiya Abdullah Ocalan mirovan ji nû ve berbi nirxandina pêvajoyê ve dibe. Îdeolojî û pirtûkên wî çarçoveyeke ku mirov ji nû ve bifikirin datîne holê. Divê em li ser îdeolojiya wî zêdetir biaxivin.”
 
‘Em wek jin pêşengên vê şoreşê ne’
 
Isabelle Marie Whittenberg Isabella Marîe Whîttenberg diyar kir ku azadiya jinê hîmê guherîn û şoreşê ava dike û wiha dawî lê anî: “Em jin pêşengên vê şoreşê ne. Xweserbûna vê şoreşê, wek jin rêxistinbûne. Divê em fêr bibin ku jina azad tê çi wateyê. Mixabin 30 hezar sale em jin hatine binpêkirin. Bi rêxistibûnê em dikarin vê çareser bikin xwe azad bikin.”