Li Îranê şampiyoniya Muay Thai ya jinan hat rawestandin

  • 12:22 11 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di pêşbirka Ehlê Beytê ya li Qomê de, piştî ku komekê ji ber cil û bergên werzişvanan bertek nîşan da û kevir avêtin kompleksa werzîşê, maçên fînalê yên jinan bi temamî hatin betalkirin.
 
Şampiyoniya Muay Thai ya Jinan a Îranê, ku li bajarê Qomê di hat lidarxistin, ji ber ku komek li dijî cil û bergên werzişvanan û aloziyên di qada pêşbirkê de nerazîbûn nîşan dan, di nîvê rê de hat rawestandin. Maçên fînalê hatin betalkirin. Li gorî agahiyan, kevir avêtine hola werzişê û ketina beşdaran hatiye qedexekirin. Lêbelê, hûrgiliyên bûyerê hîn ji hêla rayedarên fermî ve bi tevahî nehatine zelalkirin.
 
Pêşbirk, ku di 5ê Cotmeha 2026’an de, bi navê "Kûpaya Ehlê Beytê Kerîmê" li Kompleksa Çand û Werzîşê ya Mala Endezyaran li Qumê dest pê kir, zêdetirî 2 hezar û 300 werzîşvan ji parêzgehên cûda yên Îranê di kategoriyên mêran û jinan de beşdar bûn. Li gorî raporên hatine weşandin, pêşbirkên kategoriya jinan berî ku biqedin hatine rawestandin.
 
Êrîşa bi keviran
 
Rojnameya Etemad, bal kîşan li ser gotinên şahîdê bûyerê û ragihand ku komek xwepêşander li ber arenayê kom bûn, slogan qîr kirin û kevir avêtin kompleksa werzîşê. Li gorî heman gotinan, xwepêşandanê ji bo demekê ketin û derketina beşdaran asteng kir. Heta hin zarokên ku bi tîman re hatibûn jî, di derketina ji qadê de zehmetî kişandin.
 
Pêşbirk li gorî rêziknameyên fermî bû
 
Li gorî raporên nûçeyan, xwepêşandan li ser cilên ku werzişvanên jin li xwe dikirin pêk hatibû. Di bersivê de, organîzatoran diyar kirin ku pêşbirk bi hemû destûrên pêwîst û li gorî rêziknameyên fermî hatine lidarxistin û werzişvanan cilên ku ji bo werzişê hatine pejirandin li xwe kirine. Li gorî organîzatoran, di hola ku pêşbirkên jinan lê dihatin lidarxistin de tu mêr tunebûn, heta bavên werzişvanên ciwan jî nehatibûn qebûlkirin ku têkevin hundir.
 
Lêborîna serokê komeleyê û daxwaza lêpirsînê
 
Cevad Nasirî, serokê Komeleya Muay Thaî ya Îranê, piştî betalkirina pêşbirkan ji werzişvan, rahêner, hakem û malbatan lêborîn xwest. Wî daxwaza lêpirsînek berfireh û belgekirî li ser sedemên bûyerê kir. Wî tekez kir ku werzişvanên ku bi mehan ji bo beşdarbûna di pêşbirkek neteweyî de perwerde bûne, divê ji derfeta pêşbirkê bêpar nemînin.
 
Pirsên bê bersiv
 
Her çend nûçeyên derbarê xwepêşandan û rawestandina pêşbirkan de hatine weşandin jî, hîn jî tu agahîyên zelal derbarê nasnameya kesên ku xwepêşandan organîze kirine, çawa dê îdiayên avêtina keviran werin lêkolînkirin û kîjan rayedarî biryara dawî ya rawestandina pêşbirkan daye, tune ne.
 
Zextên li ser werzîşa jinan dîsa hatin rojevê
 
Betalkirina van pêşbirkan, ku gelek werzişvan ji parêzgehên cuda yên Îranê tê de beşdar bûn, werzişvanên jin ji derfeta pêşbaziyê di qonaxên dawî yên pêşbirkan de bêpar hiştin. Vê bûyerê careke din zext û sînordarkirinên siyasî yên li ser hebûna jinan di werzişê de anî rojevê.