Mîrateya zarokên xwe vegot: Ez serbilind im

  • 09:02 12 Cotmeh 2026
  • Rojane
Elfazî Toral - Rojîn Abay
 
STENBOL - Fermandara YJA Starê Bêrîtan Nûrhak Çiya ku li Mêrdînê di kevneşopiya serhildan û çanda welatparêziyê de mezin bû li dijî zext û polîtîkayan tevli gerîla dibe. Dayika Bêrîtan Nûrhak Çiya, Fatma Dag  wiha got: “Du şehîdên min hene. Her du jî fermandar bûn. Bêrîtana min û Nûrhaqê min. Min cenazeyên herduyan bir gundê xwe. Min gel hev defin kir. Her du niha ligel hev in.”
 
Fermandaya YJA Starê Bêrîtan Nûrhan Çiya (Sultan Dag) di 10’ê Îlona 1986’an de li gundê Şêx Mehmûd ê Mehsertê yê Mêrdînê hat dinê. Di salên 90’î de ji ber şewitandina gundan koçî Stenbolê dikin. Bêrîtan Nûrhak Çiya di 2002’yan de tevli gerîla dibe û 22 dalan têkoşîn meşand. Di 23’yê Hezîrana 2024’an de li Botanê jiyana xwe ji dest da. Birayê wê Nûrhak Çiya jî di 1998’an de tevli têkoşîna azadiyê dibe û di 11’ê Adara 2011’an de jiyana xwe ji dest dide.
 
Bêrîtan Nûrhak Çiya ku di temenê biçûk de şahidiya zextên dewletê dike, berê xwe dide qadên azadiyê. Bêrîtan Nûrhak Çiya di riya birayê xwe Nûrhak Çiya de diçe. Dayika wan Fatma Dag, der barê têkoşîna zarokên xwe de axivî, baweriya xwe ya bi aştiyê anî ziman. Fatma Dag ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Zextên dewletê
 
Fatma Dag da zanîn ku polîtîkayên tundiyê yên dewletê heta nav mala wan hatiye û got: “Zarokên min di temenê biçûk de şahidiya polîtîkayên zextê kirin. Bihar bû, bi ser malan de girtin. Her tiştê me wêran kirin. Li bavê zarokên min xistin. Wê demê kurê min Halît (Nûrhak) biçûk bû. Wî zilm dît.”
 
 
‘Bêrîtana min zext qebûl nedikir’
 
Fatma Dag wiha dirêjî dayê: “Vê rewşê bandorek mezin li ser zarokên min kirin. Kurê min Halît tevli têkoşînê bû. Keça min Bêrîtan soz da birayê xwe. Bêrîtan li Stenbolê di tekstîlê de dixebitî. Rojekê hat moralê wê xera bû. Got zilmê li Kurdan dikin. Li cihê dixebitî patron li zarokên  Kurdan dixist. Wê rojê zû hat û ev mijar got. Ji wê rojê şûnde ji kar sar bû. Biryara xwe da û veqetiya. Bêrîtanê tu car zilm qebûl nedikir.”
 
‘Ez ê li pişta zarokên xwe bim’
 
Fatma Dag wiha dirêjî dayê: “Piştî kurê min Bêrîtan jî li pey wî çû. Xwişk û birayên hev êdî hev nedîtin. Bêrîtanê got ez ê birayê xwe bibînim. Halît li Gabarê şehîd ket. Sultan jî piştî Halît çû Gabarê. Sê salan li wir ma. Piştre çû cihekî din. Ez bi şehîdên xwe serbilind im. Ez li pişta wan im. Êdî bes e. Bila dayik negirîn. Em ji doza zarokên xwe poşman nînin. Du fermandarên min du şehîdên min hene. Bêrîtana min 22 salan ma. Fermandar bû. Zarokên min zilm qebûl nekirin.”
 
‘Êdî ligel hev in’
 
Fatma Dag wiha dawî lê anî: “Roja keça min Bêrîtanê jiyana xwe ji dest da min hîs kir. Ez li malê bûm. Mêvanê min ji Şirnexê hebû. Bû sibeh mêvana min çû. Min dizanibû li alî Êlihê şer heye. Sibehê patrona me ya jin li min geriya got Bêrîtanê şehîd ketiye. Ji Êlihê geriyan gotin Bêrîtanê şehîd ketiye. Em çû Êlihê. Me ji morgê girt û em çûn gundê xwe me defin kir. Min cenazeyên her du zarokên xwe li gundê xwe Şêx Mehmûd defin kir. Niha her du ligel hev in. Hesreta wan bidawî bû. Êdî ligel hev in.”