Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

  • 12:51 15 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Besê Hozat, bal kişand ser şert û mercên xebatê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Divê statuya Rêber Apo ya ku bi awayekî azad bixebite, statuya hiqûqî were avakirin."
 
ji T24’ê re got: “Rêber Apo nasnameya gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo tê wateya naskirina nasnameya Kurd, çareseriya meseleya Kurd û azadiya Kurdan e. Ji ber ku Rêber Apo ne kesek, ew nasnameyek kolektîf û rastiyeke sazîbûyî ye.”
 
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di hevpeyvîna xwe ya ligel Tugçe Tatarî ji Kanala T24’ê de bi kurtî ev tişt diyar kirin:
 
“Ji ber ku me dizanibû em ê çi bikin, hem kelecanî bûn hem jî aram bûn. Şewitandina çekan çalakiyeke sembolîk bû; nîşana derbasbûna stratejiya siyasetek demokratîk û biryardariya vê gava nû bû. Her hevrêyek di wê merasîmê de, bi vê hişmendiyê tevdigeriya û wateya vê çalakiyê baş dizanibû. Me stratejiya xwe guherandibû û me biryardariya xwe bi wê çalakiya sembolîk nîşan da.
 
Helbet, têkoşîneke çekdarî ya bi dehan salan heye. Vê pêvajoyê şêwaz, zihniyet û nêrînek ava kiriye. Tevî ku em zêdetirî 20 sal in li ser guherîna vê paradîgmayê nîqaşan dikin û guherîneke mezin çêbûye jî, têkoşîna çekdarî berdewam kir. Ji ber ku dewletê ji bo çareseriya demokratîk tu îrade nîşan neda û êrîş berdewam kirin, şer hat ferzkirin. Vê yekê jî hest, derûnî û zoriyên xwe çêkirin. Lê dîsa jî ji aliyê hişmendiyê ve me baş dizanibû em çi dikin. Me di wê merasîmê de nîşan da ku heke dewlet gav bavêje, em amade ne û dixwazin siyaseta demokratîk bikin.
 
Erk û berpirsiyariya me ewlehiyê dide gel. Ez wekî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di nav rêveberiya vê çalakiyê de bûm, pêşengî û berdevkiya wê min kir. Bê guman, fikar û gumanên gel ên li hemberî dewletê û pêvajoyê hebûn. Beşdarbûn û berdevkiya me, bandoreke erênî li ser fikrên gel kir.
 
Şaşî û kêmasiyên qanûna heyî pir zêde ne. Rêbertiya me ji destpêkê ve diyar kir ku divê qanûn çareseriyê giştî bigire nava xwe. Divê azadiya Rêber Apo, mafê hemû rêveberî û kadroyan ê azadiya siyasetê bide û ji bo çareseriya demokratîk rê veke. Rêbertiya me ev mijar bi heyeta dewletê re axivî û ji bo vê pêşnûme qanûn jî pêşkêşî wan kir.
 
Me jî dîtinên xwe ragihandin. Di navbera me û dewletê de kanalek û mekanîzmayek heye; dem bi dem hevdîtin çêdibin. Ev mekanîzma di navbera me, Rêbertî û dewletê de têkiliyê datîne. Me bi rêya heyetan dîtinên xwe yên li ser qanûnê ji Rêbertiya xwe û ji berpirsiyarên dewletê re gotin. Me anî ziman ku divê zagon berfireh be; di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê bêyî cûdakariyan azadiya hemû kadro û rêveberiya rêxistinê misoger bike.
 
Me gelek caran anîbû ziman ku divê bi van yasayên azadiyê mafê siyaseta demokratîk were naskirin, me stratejiya têkoşîna çekdarî li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye, em derbasî stratejiya siyaseta demokratîk bûne, girêdayî vê yekê em dixwazin siyaseta demokratîk bikin, ev yek jî wê bes bi awayekî birêxistinkirî pêan be û divê yekgirtî be. Me hem ev yek ragihand raya giştî hem jî weke min anî ziman me ragihand Rêbertiya xwe, girêdayî mekanîzmayên di navbera me û dewletê de me nêrînên xwe ragihandin rayedarên dewletê. Lê belê yasayeke guncavî vê yekê derneket.
 
Yasayeke ku em bibêjin ‘’yasaya kok’’ e jî nîne. Erê qanûneke çarçoveyê ye. Belgeyeke hiqûqê ye. Belkî wateyeke vê ya bi vî rengî hebe. Her hal di nava vê pêvajoyê de belkî jî, yanî di nava pêvajoya Komarê ya sedsalê de cara ewil teksteke hiqûqê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd derdikeve. Belkî wateyeke vê yekê jî hebe lê belê bi rastî jî ji wê wêdetir wateyeke wê ya din tune ye.
 
Ger xebatên ku vê qanûna çarçoveyê xurt dikin, neyên kirin, ev yasa li gel yasayên zêde neyê xurtkirin jixwe li gel vê yasayê ti pirsgirêk nayên çareserkirin. Yanî di çarçoveya ku ev yasa diyar dike de pratîkbûna yasayê ne pêkan e. Yanî bi rastî jî di nava xwe de gelek nakokiyên wê hene û yasayeke bi pirsgirêk e. Li gorî hiqûqa dewleta Tirk, hemû kesên çek hildane destê xwe sûcdar in, hemû kes terorîst e, bi gotina wan derqanûnî ne. Jı ber wê yekê ger te çek hildabe, tu derketibî serêçiya û êdî tu li gorî wan qanûnan sûcdar î. Yanî xwedî potansiyela lidarxistina her cure çalakiyan î, yanî tu çalakîsaz î.
 
Yanî ruh, nêrîn û zîhniyeta wan qanûnan vê yekê dibêjin. Lê belê yasa bi xwe cudakariya kesên tevlî çalakiyan bûne û kesên tevkî çalakiyan nebûne, kiriye. Yanî li gorî wê nêrîna dewletê, li gorî wê zîhniyeta qanûnan hemû kes beşdarî çalakiyan bûye. Bes keseke ku tevlî çalakiyan nebûne, tune ye. Di vê mijarê de jixwe ev yasa di nava xwe de nakokiyeke mezin dihewîne. Eger di pênaseya ‘’kesên çekhildane destê xwe’’ çalakiyek yanî çalakiyeke têkildarî kuştina însanan were gotin wê demê divê destpêkê Rêbertiya me ji vê yasayê sûd werbigire. Ji ber ku Rêber Apo bes guleyek jî neberdaye vê dewletê. Tevlî yek çalakiyeke plankirî nebûye. Leşkerek nekuştiye, polîsek nekuştiye. Wê demê divê Rêber Apo ji vê yasayê sûd werbigire.  Wê demê di vê çarçoveyê de divê weke ‘2kesê çek negirtiye destê xwe’’ were qebûlkirin. Divê tavilê azadiya fizîkî ya Rêber Apo- em wê jî deynin aliyekî- mafê hêviyê were naskirin.
 
Dîsa di nava rêveberên rêxistinê de hevalên me yên ku tevlî çalakiyan nebûne, çek bi kar neanîne û bes guleyek jî bernedane, hene. Rêveberiya bilind a rêxistinê ye lê belê li dijî dewletê bes guleyek jî bernedane. Wê demê divê ji vê yasayê sûd werbigirin. Wekemin anî ziman, di nava xwe de nakokiyên wê hene. Mirov ji kîjan aliyî ve lê binêre jî wisa ye, tiştekî sax û saxlem têde tun ye. Ji ber wê yekê rastsepandina vê yasayê pêkan nîne.
 
Yanî heyaku yasayên azadiyê neyên derxistin, şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî û bixebite neyên dabînkirin, ev tecrîd bi tevahî neyê bidawîkirin, rêbertiyame vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve nebe û azadiya fîzkî neyê dabînkirin ne pêkan e ku wisa 200 kes, 300 kes yan jî wisa 400 kes yan jî 800 kes derbasî Îmraliyê yan jî cihekî din bibin. Divê zêde guh nedin gotin û nîqaşên bi vî rengî.
 
Divê statuya Rêber Apo ya ku bi awayekî azad bixebite, statuya hiqûqî were avakirin. Yanî heya ku garantiyeke vê yekê ya qanûnî û hiqûqî nebe, wê roja îroyîn hin şert û merc werin sererastkirin, derfeteke xebatê ya diyar were pêşkêşkirin lê belê sibe dusibe dema ku bi kêrî karî wan nehat dikare dubare wê bi temamî ji holê rakin û dubere pêvajoyeke ku pêvajoyê giran dike, bide destpêkirin. Garantiyeke vê yekê tune ye yanî.
 
Ji bervê yekê garantiya hiqûqî girîng e. Naskirina vê yekê ya bi awayekî fermî, avakirina statuya Rêber Apo ya fermî û fiêlî û birêvebirina pêvajoyê gelekî girîng in. Yanî tişta ku em dibêjin, ev e.
 
Yasa bi vî rengî yekgirtî nîne. Rêveberiya rêxistinê derveyî wê digirin, rêbertiya me derveyî wê digirin. Weke ‘’kesên beşdarî çalakiyan nebûne’’ berê xwe didin kategorîkirinekê. Weke min anî ziman, yanî bi vîawayî jixwe me nêrîn û nêzîkatiyên xwe anîn ziman. Ev yasa bi vî rengî nayê sepandin.
 
Meseleyek pir mezin heye, ew jî prsgirêka Kurd e. PKK’ê wekî encameke vê pirsgirêkê derket holê. Kadroyên PKK’ê bi dehan sal in têkoşîna çekdarî dimeşînin. Ji ber ku li ser Kurdan sed sal in polîtîkaya red û tunekirinê berdewam dike. Têkoşîna çekdarî encama vê yekê bû. Ev pêvajo jî pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Em tiştê ku fêm dikin ev e. Yanî di encamê de divê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê û nasîna demokrasiya herêmî. Heke ev pêvajo nebe çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd; heke tenê bibe pêvajoya çekdanînê, belavkirin û tasfiyekirina hêza çekdarî, ev pêvajo nameşe. Dema ku ev pêvajo dest pê kir, Rêbertiya me gotibû ‘Heke derfet bê dayîn, ez dikarim vê pirsgirêkê ji zemîna tundiyê bikişînim zemîna siyasî û hiqûqî.’ Lê niha jî ev derfet nehatiye dayîn. Em têkoşînê bi dawî nakin. Em dixwazin têkoşînê bi rê û rêbazên cuda berdewam bikin. Stratejiya siyaseta demokratîk vê yekê nîşan dide. Ev tê wê wateyê ku têkoşîn bi rêya siyaseta demokratîk berdewam bike. Yanî têkoşîn bi dawî nabe. Ji ber ku hîn pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin û Tirkiye demokratîk nebûye. Yanî ev têkoşîn dê hê demdirêj berdewam bike. Ev tiştekî zelal e. Me biryara xwe da ye; armanceke me ya avakirina dewlet-netew nîne. Me dest ji vê paradîgmayê û vê stratejiyê berdaye. Dewlet-netew ji bo tu gelî azadî neaniye. Tecrûbeyên cîhanê jî vê yekê nîşan didin.
 
Bêguman, em bi hêsanî negihiştin vê encamê. Rêber Apo bi dehan salan lêkolîn li ser tecrûbeyên cîhanê, têkoşînên rizgariya neteweyî û ezmûnên sosyalîzma pêkhatî kirin, lêhûrbû û gihiştin vê encamê. Tu dewlet-netew ji bo gelê wî welatî, civakê û jinan azadî, wekehevî û demokrasiyê neaniye.
 
Piştî hilweşîna sosyalîzma pêkhatî jî nirxandin û analîzên berfireh ên Rêber Apo li ser dewlet-netew çêbûn. Pêşxistina vê paradîgmaya neteweya demokratîk di rastiyê de vedigere sala 1993’yan. Salên pêşî yên guherîna stratejiyê 1993’yan ne. Heta ev lêgerîn beriya wê dest pê dike; wekî tê bîra we, di salên 87-88’an de hevpeyvîna Rêber Apo ya bi Mehmet Alî Bîrand re hebû. Li wir digot, ‘Ez li muxatabekî digerim, ez dixwazim vê pirsgirêkê bi siyaseta demokratîk çareser bikim.’ Lêgerînek ku di wê demê de dest pê kiribû, di sala 1993’yan de hîn zelaltir bû.
 
Lêgerîna çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk û guherîna stratejiyê di sala 93’yan de bi ragihandina agirbestê re bêtir zelal bû. Wekî tê zanîn, wê demê lêgerîna Turgut Ozal jî ji bo çareseriya siyasî hebû. Wek bersiv ji bo wê agirbest hat ragihandin. Lê paşê çeteyên di nav dewletê de, aliyên darbekar û di nav rêxistinê de jî pratîka çetebûnê ya Şemdîn Sakik ev pêvajo sabote kirin.
 
Di sala 1995’an de jî tecrûbeyeke din a agirbestê çêbû. Di sala 1998’an de jî çêbû. Hema li pey wê Rêber Apo rastî komploya navneteweyî (pêvajoya girtin û radestkirina bo Tirkiyeyê) hat. Yanî ji bo ev pirsgirêk çareser nebe û her gav di nav hewirdora şer de bigirin, hem polîtîkayên hêzên navneteweyî hem jî aliyê derveyî norman a darbekar a li Tirkiyeyê (an jî tora Îttihat Terakkî) li hember van lêgerînan astengî çêkirin, her dem ev hewldan vala derxistin, sabote kirin û ev ked bêencam hiştin.
 
Yanî ez dixwazim bibêjim ku ev rewşeke nû nîne. Di vê wateyê de em zêdetirî 20 sal in dibêjin ku me dest ji stratejiya têkoşîna çekdarî berdaye. Me ev tişt pir caran anî zimên, lê me muxatab nedît. Dewleta Tirk di zihniyet, paradîgma û kodên xwe yên sed salan de tu guherîn çênake"