Li Curnêreş bi navê ZIMAN KURD komele hat vekirin
- 16:13 15 Gulan 2026
- Çand û Huner
RIHA - Li Curnê Reş, Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman, Çand û Hunera Kurdî hate vekirin.
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê, Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman, Çand û Hunera Kurdî (ZIMAN-KURD) hate vekirin. Wekîlên DEM Partiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA’yê tev li vekirina komeleyê bûn. Di vekirina komeleyê de pankartên “15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdi pîroz be” , “Statuya Kurdî, perwerdeye Kurdî” hatin hilgirtin û dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Bijî zimanê Kurdî” hatin berzkirin.
Ji rêveberên komeleyê Serhat Akça di vekirina komelê de axivî û got: “Zanîna zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê, xurtkirina vê stûnê û mayindekirina wê ye. Di vê çarçoveyê de dibêjin ku ji bo welatekî demokratîk û aram, hewceye hemû sepanên pêşiya azadiya Kurdî digirin bên rakirin û di zagonan de verastkirin çêbibin. Divê Kurdî xwedî statu be, bibe zimanê perwerdeyê û di her qada jiyanê de azad bê bikaranîn. Ji bo vê jî divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin. Divê em têkoşîna xwe bi hişmendiya neteweyî mezin bikin û her derê bikin mala Kurdî. Em Kurdî hîn bibin, bidin hînkirin, têkoşîna xwe, xebatên xwe û hemû têkiliyên xwe bi Kurdî bimeşînin. Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin, bi Kurdî têbikoşin. Bêyî Kurdî jiyan nabe.”
Vekirina komeleyê bi stranên dengbêj Hediye Alkan û gerandina govendê bi dawî bû.







