Ji jinan atolyeya boyaxkirina camê

  • 15:53 31 Tîrmeh 2026
  • Çand û Huner
AGIRÎ – Navenda Piştevaniya Jinan a Zinê li Agiriyê atolyeyeke boyaxkirina camê li dar xist û jin anîn gel hev.
 
Navenda Piştevaniya Jinan a Zinê ku girêdayî Midûriyeta Polîtîkayên Jin û Malbatê ya Şaredariya Agiriyê ye, atolyeya boyaxkirina camê ji bo jinan organîze kir.
 
Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jinên din beşdarî atolyeyê bûn.
 
Atolye rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Jinan bi hev re boyax kirin û beşdarî pêvajoya afirîner bûn. Di atolyeyê de bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirina piştevaniya jinan û berfirehkirina qadên hilberîna kolektîf.