Pêvajoya tundiyê

  • 09:02 16 Cotmeh 2026
  • Jineolojî
Yên ji heman dayikê tên dinê jî dibin qurban û gumanbar. Mirov difikirin gelo tundî parçeyek ji xwezaya mirov e. Di xwezayê de bermahiyên tundiyê yên civakên herî kevn tên dîtin. Di pirtûkên pîroz û mîtolojiyan de ev tê dîtin. Li dijî pirsgirêkan ku hêrs, kişandina êşê û fikaran hîn bêtir zêde ye, ji bo çareseriyê hestê berpirsyariyê hîn bêtir qels e.
 
Zeynep Beydagi
 
Ji dema Habîl û Kabîl tê zanîn ku mirov qestê mirov dikin. Du xwişk û bira ku diçin komkirina kerengan ferq nakin ku tûrikê wan çiriyaye û şer dikin. Zarok xwişka xwe dikuje, zikê wê diqelişê û dibîne ku kereng ne di zikê wê de ye. Li ser vê vediguhere çûka Pepûkê. Ev li Kurdsitanê vediguhere çîroka êşê. “Kê kuşt, min kuşt. Kê şuşt, minş uşt. Ji bo çi? Ji bo tûrikek kereng” Çîroka çûka Pepûkê di heman demê de çîroka trajîk a xwişk û birayên hev ku hev kuştiye. Ev trajedî di strana ji bo Guldunya Tore ya ji aliyê birayê xwe ve hatibû qetilkirin, deng dabû. 
 
Yên ji heman dayikê tên dinê jî dibin qurban û gumanbar. Mirov difikirin gelo tundî parçeyek ji xwezaya mirov e. Di xwezayê de bermahiyên tundiyê yên civakên herî kevn tên dîtin. Di pirtûkên pîroz û mîtolojiyan de ev tê dîtin. Li dijî pirsgirêkan ku hêrs, kişandina êşê û fikaran hîn bêtir zêde ye, ji bo çareseriyê hestê berpirsyariyê hîn bêtir qels e.
 
Hestê berpirsyariyê jî taybetiya civakî û exlaqî ya esas e. Li ser jiyanê fikirîn, lêpirsînkirin û çareserî taybetiyeke mirov e.  Îfadeya wê civakîbûna xwe dispêre exlaq û polîtîk e. Bêhestyarî helwesta exlaqî seqet dike, zirardîtina kapasîteya polîtîk çavkaniya hestê bêçarebûnê ye. Di vî alî de li ser tuntiyê nivîsandin û axaftin, divê hişmendiya berprisyarî û hestiyarbûnê bihewîne. Bêguman em nikarin dawî li hemû êşan bînin, şeran bidawî bikin. Lê em dikarin ji xwe destpê bikin û rê û bazên têkoşînê pêş bixînin.
 
Li ser tundiyê fikirîn
 
Ji teşeyên sewalên bi goşt xwedî dibin heta karasetan, ji refleksên parastina zindiyan bigirin heta dê û bavên li malê li zarokên xwe dixin, zarokên li dibistanê zordariyê dikin, bi çekên giran hilweşîna bajaran, di çaçoveya "terorê" de çalakiyên tên kirin, ji bo van hemûyan tundî, gotin çiqas e ? Şikestinên di hestiyên dema paleolîtîk de mane, guleyên li beden ketine, daneyên tundiyê ya dîroka qedîm derdixe holê. Tundî wek pirsgirêka kontrola hêrsê, rewşa patolojîk a di encama nerehetiya psîkolojîk de derketiye holê pênase dike. Her tim analîzên psîkolojîk tên kirin.
 
Gotin û teoriyên der barê tundiyê de, şaşiyên cidî dihewîne. Di vî alî de nirxandinên psîkolojîk jî di nav de, nêzîkatiya sosyolojîk a der barê mirovan de me digihîne tespît û pênasekirinên rast. Nêzîkartiyên dîrokî û têkiliya civakî ya analîzên sosyolojîk esas digire girîng in.
 
Divê têkilî û cudahiyên di navbera xwezaya yekem û duyemîn de li ber çavan bê girtin. Xwezaya duyemîn mirovan difikirîne, tercihan dike û xwezaya yekemîn diguherîne. Têkiliya di navbera herdu xwezayan de diyalektîk e. Çalakî, hest û fikrên mirovan hatiye taybetkirin. Li vê çanda civakî ya komunal divê bê zêdekirin. Exlaq û polîtîka ya ku xweza duyemîn teşe kiriye, taybetiyên ku tundiyê dadixîne asta herî jêr derdixe holê. Têkiliyên xizmtiyê, rîtuel, pêşbir û gelek bernameyên din yên çandî xwedî taybetiya ku pêşî li tundiyê bigireye. Di vê nokteyê de tevgerên nêçîrvaniya sewalan an jî mirov pêşketina di çarçoveya xwezaya duyemîn de nîne. Pirsgirêka di xweza duyemîn de tê jiyîn, çanda serdest e. Nokteya ku ev gihiştiyê zîhniyeta desthilatdariya îro ava kiriye.
 
Ne ferzeke ku hêz û otorîte veguhere desthilatdariyê. Em nikarin vê wek potansiyela pêkanîna hêzê binirxînin. Yanî di esasê de hêz enerjî ye û ew enerjî ji bo çi tê bikaranîn, li ser encamên diafirîne dikare bê nirxandin. Veguherîna hêza li hember tundiyê ne zarûrî ye. Otorîte wek rêzdarbûn tê qebûlkirin. Rêzdariya li hember otorîteyê dibe ku xwe nespêre otorîteriyê. Desthilatdarî ji bo bibe xwedî hêz hemû alav û rêbazan bikar tîne. Armanc serdestî ye û ji bo vê jî her tim tundî bi kar aniye.
 
Der barê kokên tundiyê de
 
Koka têgeha tundiyê ‘hişk, zordarî, tund’ e û têgeheke neyînî ya girêdayê hêzê ye. Ji bo parastina xwe ji bo dîtina xwarinê tevgerên ku hatine nîşandanê ye. Wek tundî nirxandin an jî nenirxandin mijara nîqaşê ye. Di xwezayê de bikaranîna tundiya sîstematîk di plana pêş de ye. Sewalek ji bo paratinê dikare êrîş bike, jiyana xwe bidomîne.
 
Tê dîtin ku klanên komkirinê bi awayekî ji pevçûnan birevin xwe organîze kirine. Civakên komkirin û nêçîrvaniyê heta ku neketibin zorê tevgerên ku êrîş bikin nefikirîne. Avakirina civakên mezin di dema dereng a dîrokê de derketiye holê. Di esasê de em ne bi komên mezin re bi komên biçûk re di terza komuna xwser de jiyanê zêdetir esas digirin.
 
Ligel  vê yekê, ji perspektîfek dîrokî ve, bûyerên ku tê de mirov li hember hev tundiyê bikar tînin, vedigerin serdemên herî kevn. Lê, mirov nikare tenê bi nîşandana komkujiyeke dîrokî an bûyereke tundiyê ya veqetandî li herêmeke taybet, îdia bike ku tundiya rêxistinkirî êdî bûye saziyî. Berî saziyîbûna dewlet û hêza siyasî, civakên ku xwediyê têgihiştin û kapasîteya guhertinê ya siyasî ya bilindtir bûn, bûn sedema bilindbûn û hilweşîna gelek pêkhateyên hiyerarşîk. Pirsa bingehîn a ku divê li vir were pirsîn ev e: "Piştî derbaskirina hezaran salan di avakirin û piştre hilweşandina şêwazên hiyerarşiyê de, çima Homo Sapiens rê da ku pergalên newekheviya mayinde û hişk kokê berdin?" Tişta ku li vir derdikeve holê, ne mijareke "destûrdayînê" an veguherîneke evolusyonî ye, belkî rastiya wê tiştê ye ku Abdullah Ocalan di manifestoya xwe ya herî dawî de wekî "kujerê kastîk " bi nav dike.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘di serdema şaristaniya kapîtalîst de tundî’ wê bê weşandin.
 
*Ev nivîs ji hejmara 38’an a mijara dosyaya ‘tundî û berxwedan’ a Kovara Jineolojiyê hatiye girtin.