UN Women ji bo jinên li Nepalê banga alikariya lêzgîn kir
- 12:19 31 Tebax 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Lehiyên wêranker ên li Nepalê bandoreke giran li ser 157 hezarî zêdetir jin û zarokên keç kir. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku xetereya tundî û îstismarê li kampan zêde bûye û banga alîkariya lezgîn kir.
Li Nepalê piştî lehiyên wêranker ên ku ji ber şikestina qeşayên Hîmalayayê çêbûn, zêdetirî 157 hezar jin û zarokên keç bi pêşerojeke ne diyar re rûbirû man. Saziyên Neteweyên Yekbûyî balê dikişînin ser wê yekê ku karesat herî zêde bandorê li ser jinan dike û hişyariyê didin ku xetereya tundî û îstismarê li herêmên koçberiyê zêde bûye.
Di raporek ku ji aliyê UN Women ve hatiye weşandin de, hate diyarkirin ku karesata ji ber berf û barîna keviran û qeşayê ya li Hîmalayayê pêk hatiye, tevahiya civakan îzole kiriye û torên rê û binesaziyê bi temamî hilweşandine.
Her wiha Raport hişyarî dide ku kampên koçber ên qerebalix ji bo jinên ku bê parastin û tenê mane, xetereyên mezin dihewînin.
Ev xetere kêmasiyên giran ên xwarin û avê, astengiyên di xizmetên tenduristî û parastinê de û gefa zêdebûna tundûtî û îstismarê vedihewîne. Ev rewş bi taybetî ji bo jin û zarokên keç bi bandoreke giran derdixe pêş.
Nûnera Jinan a UN Women li Nepalê Patricia Fernandez-Pacheco, diyar kir ku her çend rêjeya tevahî ya wêraniyê hîn ne diyar e jî, lê xetereyên ku jin û keç di dema karesatan de pê re rûbirû dimînin pir zêde ne û ew bi rengekî nehevseng bandorê dibînin.
UN Women destnîşan kir ku ji bilî xetereyên tundî û îstismarê, jin berpirsiyariyên lênêrîna bêpere yên pir mezintir hildigirin ser milê xwe. Her wiha jin neçar in ku ji bo bidestxistina ava vexwarinê rêwîtiyên dirêj bikin û rojbiroj zûtir û kûrtir dikevin nav xizaniyê.
Li gorî rapora saziyê, jin di gihîştina agahî û alîkariyê de jî rastî gelek astengiyan tên. Li herêmên ku karesat lê qewimiye, nêzî yek ji sêyan jinan nexwende ne. Ev yek jî gihîştina agahiyên li ser hewldanên alîkariyê, temamkirina qeydkirinê û daxwaza alîkariyê bi awayekî serbixwe ji bo jinan dijwar dike.
Ji ber van sedeman, Jinên Neteweyên Yekbûyî banga fînansmaneke lezgîn kirin da ku jin û keçên ku ji lehiyê bandor bûne, bi taybetî yên ji cih û warên xwe hatine kirin an jî di bin xetereya tundî, bazirganî û îstismarkirinê de ne, parastin û alîkariya pêwîst bistînin.
Lehiyên vê dawiyê yên li Nepalê, di sibeha 26’ê Tebaxa 2026’an de, wekî encama şikestina girseyeke mezin ji qeşayê li Hîmalayayê nêzî sînorê Tîbetê dest pê kirin. Ev yek bû sedema lehiyên tund ku herêmên bakurê welêt, bi taybetî herêmên Rasua, Nuwakot û Dha Ding di bin avê de hiştin
Piştî vê karesatê, ziyanên mirovî û madî yên bêhempa çêbûn; hejmara miriyan ji sedan derbas bû, di heman demê de hejmara kesên winda di nav de karkerên biyanî û geştiyar ji hezaran derbas bû.
Gund bi tevahî di bin avê de man, binesaziya girîng hilweşiya, nêzî 12 santralên hîdroelektrîkê seqet man û torên ragihandinê hatin astengkirin, di demekê de ku xebatên alîkariyê yên berfireh li herêmê dewam dikin.







