Li Yemenê jinek hat kuştin
- 11:40 3 Îlon 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Heyfan a Taizê xortekî hevjîna xwe ya dayîka pitikek keçik a sê mehî kuşt. Piştî bûyerê zilam reviya û hat ragihandin ku têkildarî bûyerê hêzên ewlehiyê ji bo girtina kujer lêgerînê didomînin
Di nava şert û mercên civakî, aborî û psîkolojîk ên aloz de li Yemenê, rêjey tundiya navmalî bi awayekî berbiçav zêde dibe. Dane nîşan didin ku her diçe aramiya malbatan ji holê radibe û ev yek nîşan didin ku pêdivî bi bihêzkirina mekanîzmayên parastinê heye.
Dayîkek pitikek keçik ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
Duh li navçeya Heyfan a Taizê sûcek tirsnak û trajîk qewimî û ev yek bû sedema hêrseke mezin. Zilamekî ciwan hevjîna xwe kuşt piştî bûyerê reviya.
Şahid û çavkaniyên herêmî ragihandin ku bûyerê bandoreke mezin li ser cîran û xizmên jinan hatiye kuştin kiriye û rewşa pitika ku bê dayîk maye bû sedema xemgîniyek mezin.
Bûyer nîşan dide ku di nava şert û mercên jiyanê û psîkolojîk ên aloz ku welat bi wan re rûbirû ye de, sûcên navmalî û psîkolojîk zêde dibin û di encamê de di nava civakên herêmî de tevgerên derasayî çêdibin.
Hat diyarkirin ku rayedar lêpirsîna dar barê bûyerê de didomînin.







