Îranê bi rêya zarokan gef li malbatan xwar ku tevlî meşê bibin
- 13:01 11 Sibat 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê gef li malbatên wan zarokan xwar, ku di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatibûn binçavkirin. Di gefxwarinê de hate gotin, eger tevlî meşa îro nebin wê zarokên wan bernedin.
Malpera Dengê Binçavkirinên Kurd û Îranê têkildarî gef û zextên rejîma Îranê yên li ser malbatên binçavkiriyên di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, agahiyan belav kir.
Li gorî malperê ragihandî, Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê û artêşa pasdarên Îranê gef li malbatên binçavkiriyên xwepêşandanan kirine ku di beramberî jiyana zarokên wan de divê beşdarî meşa bi boneya ‘Şoreşa Îslamî ya Îranê’ bibin.
Malperê da zanîn ku Wezaretê ji malbatan xwestiye ku bi wêne û vîdeoyan amadebûna xwe ya di meşê de îspat bikin û dilsoziya xwe ya bi rejîma Îranê re bînin ziman.
Hêjayî gotinêye ku beriya niha Serokê Dadaweriya Îranê Muhsin Muhesnî tonekî gef xwaribû û gotibû: “Ji xwepêşanderan re efû nayê dayîn.” Ev nakokî nîşan dide ku nîqaşkirina efûyek giştî an nermiyek, tenê xapandinek û dereweke ji bo derxistina malbatan li kolanan.
Her sal di 11’ê Sibatê de bi boneya ‘Şoreşa Îslamî ya Îranê’ ya sala 1979’an meşek tê lidarxistin. Ev roj wekî dawiya monarşiyê (Mihemed Riza Şah) û destpêka Komara Îslamî li Îranê tê hesibandin. Hikûmeta Îranê vê meşê wekî delîl ji bo rewakirina desthilatdariya xwe bi kar tîne.







