Tûrnûwaya Voleybolê ya Jina a 2’emîn dest pê kir
- 09:22 7 Nîsan 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED -Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê bi armanca jinan bi sporê re bîne ba hev, Tûrnûwaya Voleybolê ya Jinan a 2’emîn dest pê kir û bi giştî 21 tîm wê têbikoşin.
Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ji bo jinan bi sporê re bîne ba hev, hêza yekîtiyê ya sporê û hevgirtina jinan derxe pêş, dest bi Tûrnûwaya Voleybolê ya Jinan a 2’emîn kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Endamên Meclîsa şaredariyê, Alîkarên Hevşaredaran û Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol tevlî bernameya destpêkirina tûrnûwayê bûn.
Di roja pêşîn ya tûrnûvayê de tîma Wejîn-Sur Roza 0, Egîtîm-Sen 2-OHD 1 û Şaredariya Peyasê 2-Pîr Sultan 0 têk bir.







