Melîke Goksu: Ji bo xwebûnê pêdivî bi Rêbertî dibînim
- 09:04 8 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Melîke Goksu, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê name şand û got: "Rêbertî hertim nakokî û çewtiyên jiyanê vedikole. Jiyana ne rast jê re bê wate hatiye. Çavderiyên wî yên xurt, hestên wî yê xwezayî, fikr û mîrata wî piralîbûna wî dibe jiyana xwezayî felsefeya wî ya ku dibêje 'Tista ku te li ku dere winda kiriye lê wê dere bigere' dibe rêbaza wî."
Pîrozbahiyên bi boneya 77 saliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşma “Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bi Rêbertiya Azad ve” li gelek navendên Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê bi çalakiyên cur bi cur pêk hatin. Di çalakiyan de azadiya fîzîkî hat xwestin û banga gav avêtinê li îktîdarê hat kirin. Girtiyên siyasî jî 4'ê Nîsanê pîroz kirin û bal kişandin ser peyamên Abdullah Ocalan.
Di vê çarçoveyê de Melîke Goksu ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxandin kir.
* Îhtîmala pîrozkirina rojbûna 77'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên azadiya fîzîkî de bandorek çawa dê li we bike?
Pirs her çiqas takekes be jî dema mijar Rêbertî be tu nikarî bersivê yek alî bidî ji ber ku rastiya Rêbertî ne yek aliyê civkî ye nirxwandinê wî pêwiste pir alî were kirin. Rojbûna Rêbertî di cewhera di hemû pêkateye cîvake de dibinin 4'ê Nîsanê wekî rojên pîroz tê pêşwazî kirin û pîrozkirin. Kes nikare bibêje ew rewş bi hişke bawerî tê kirin. Di nava xweda bîr û bawerî, wateyeke pir mezin dihewine. Ew mijar li metoda pîroz kirina 4'ê Nîsanê dimezîne vê rastiyê baş dibine. Minak gele me wê rojê jî bo Rêbertî cur be cur şitlên dara diçîne, wateya ji nû ve şînbûnê tê da dibine hem mirov xwezaye geş dike. Disa bi gelemperî di pîrozbahiya wê rojê de jîn pêşengtiye dikin. Ew jî rastiya jiyana xwezayî bi bêra pirsiyarîya jînê ve çiqas eleqedere wiya rawê dike. Xwedî derketina qirseyî ya 4'ê Nîsanê giringiya rêxistinbûyînê û dilsoziya li hember Rêbertî ye. Ev rêxistin bûyîn di cevhera xwe de daxwaza civakbûyine dihewine û derdixe holê. Ev rê û rêbaz disa bi fikr û ramanên Rêbertî tê pêkanîn. Ji ber wê jî azadiya Rêbertî a fizikî azadiya civak û gelan e. Bi Rêbertî re pirozkirin ji bo min miladî ye.
* Eger tu bixwazî diyariyekê bidî Rêberê Gelê Kurd, ew ê çi be? (maddî an manewî)
Wek gel, wek zayend û wek civak ji bo me Rêbertî diyariya herî mezin e. Pirsa ku dibêje hûn dixwazin çi diyarî bidin Rêbertî? Dil dixwazê gelek tişt bide Rêbertî ye. Lê rastiya wî wisa kûr û berfirehe. Diyariya ku bidin Serokatiyê li gorî rastiya wî divê bi wate be. Her çiqas di dilê min de gelek tişt derbas bibin jî, ne wekî diyariya rojbûnê ye. Minak sala çûyî min ji malbata xwe xwest ku dema tirşiya caxê, li Amedê tê çêkirin yekê jî ji bo Rêbertî amade bikin. Dema em derkevin, derfet jî çêbibe ez ê ji Rêberê xwe re (cax pincarekî xwezayî ye hem tehma wî gelekî xweşe hem jî ji bo tendurîstiyê gelek başe) bibim. Lê armanc keyfxweşiya Rêbertî ye, diyarî jî divê li gorî armancê be. Min dixwest raporekê komunekî çar û çar ku hatibe awakirin û bi rêvebirin diyarî Rêbertiyê bikim.
* Tu têkiliya xwe bi Rêberê Gelê Kurd re çawa dinirxînî? Wek jinekê, hevaltiya bi wî re çawa ye?
Mirov wekî biyolojik tê dine hebûna wiya fizikî çê dibe ew rewş çerxa xwezayê ye lê wê rewşê fêmkirin, nirxandin, pênasekirin, çênebûnek din pêwist dike. Asta beşer bûyînê derbaskirin yanî mirovbûyîn çêdibe. Ew rewş jî bi xwere xwe naskirinê û xwebûyine ferz dike. Xwebûyîn berpirsiyara mirovahiyê ye. Têkiliya mirov û civakê, tekiliya mirov, xwezayê û gerdûne a bi ehlakî pêwist dike. Wan a jî wasfê mirovên bi fazilet in. Tekiliya min a bi Rêbertiyê re di wê aste de ye. Ji bo xwebûne ez hewcaderî bi Rêbertî dibinim ji bo min Rêbertî cavkaniya mirovatiyê ye. Hewildana mina mirov û jin mayînê ye.
* Bi ya we, Abdullah Ocalan dema ku azadiya jinan û nasnameya wan a dîrokî û civakî pênase dike, îlhama xwe ji ku digire?
Rêbertî hertim nakokî û çewtiyên jiyanê vedikole. Jiyana ne rast jê re bê wate hatiye. Çavderiyên wî yên xurt, hîsên wî yê xwezayî, fikr û mîratê wî piralîbûna wî dibe jiyana xwezayî felsefeya wî ya ku dibêje “Tista ku te li ku dere winda kiriye lê wê dere bigere” dibe rêbaza wî. Dixwaze ku çewtî û nakokiyên ku jiyana ne xwezayî, xwestiye sererast bike. Ev çewtiyên bi salane gelek zanist, filozof û civaknas li derdora wî dizivîrin, lê pênase nedikirin. Rêbertî bî wêneyekî pênase dike. Pirsgirekên mirovahî û civakî bi destavêtina keda jinê, kolekirina jinê û avakirina pergala kastik-katil ve giredide. Hêlen wi yê civakî, derûnî û aborî hemû bi zanistî vedike. Jinê wek avaker a civakbûyînê pênase dike. Vê rastiya niximandî radixe ber çavan. Bi minaka gerdûna mezin û gerdûna biçûk yani mirov û civaknasiya mirov de jiyandin jî ne raste. Di gerdûna mezin de tiştê kî yek alî, tu hertiştî bi tişta din ve pêkan e. Tişta tene sere xwe, bê teşa mezin bibe, ve hêzê ev nexweşiyê. Dibê sedama aloziya ji bo çaresesî û hevşengiya di nav civakê were avakirin azadiyê jinê wekî çareseri dibine û têkoşina azadiya jinê gelek wate dide.
* Di dawiyê de, hûn hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd re çawa xeyal dikin?
Didariya bi Rêbertî ne menzila hemû rêwiyên azadiyê ne. Gihiştina Rêbertî, hevjiyanê, gihiştina xeyalan e. Şikestina qeydû bêndane xeyal û armanc a pakrewana ne, aşkirina êşa sedsalan e. DidariyekE pîroz e bi wê gihiştînê bi milyona jiyan wê di dilekî de bibin yek. Av û avên Kurdistanê ew roj wê bên ziman û jî esareta gelek neyîniyan wê xwe dawşînin, jê xilasbîn rojên geş êdî wê vegûherin rojên şadî. Bi van hestên ku bi salan e xeyal dikin li Amara wê bi milyonan Rêbertî pêşwazi bikin.







