Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê: Divê JES bê betalkirin

  • 13:40 15 Nîsan 2026
  • Rojane
 
MÛŞ - Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, derbarê angaşta dawî ya Qeymeqatiya Gimgimê ku ji keyayan re gotiye “Projeya JESê dê were betalkirin” daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Platformê diyar kir ku heta biryareke fermî û hiqûqî neyê girtin, ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.
 
Platfomra Ekolojiyê ya Gimgimê, derbarê angaşta dawî ya Qeymeqamtiya Gimgimê ku ji keyayên gundan re gotiye “Projeya JESê dê bê betalkirin” daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku roja sêşemê ya 14'ê nîsanê, ji aliyê Qeymeqamtiya Gimgimê ve ji muxtarên 5 gundên ku di bin bandora projeya JES'ê de ne, hatiye gotin ku “proje dê ji aliyê walîtiyê ve were betalkirin”. Platformê bal kişand ser wê yekê ku ev daxuyaniyên devkî tu girêdanên xwe yên fermî nîn in û wekî “taktîkeke ji bo kêmkirina reaksiyona civakî” hat nirxandin.
 
‘Heta belgeya fermî neyê, nobed û têkoşîn berdewam e’
 
Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê bal kişand ser nefermîbûna gotinan û diyar kir ku heta betalbûna hemû ruhsetên JESê ji aliyê saziyên fermî ve bi belge neyê îsbatkirin, wê nobedarî û şopandina hiqûqî bidome û wiha berdewam kir: “Komîsyona Hiqûqî ya Platformê xebatên xwe yên stratejîk bi baldarî dimeşîne. Mitinga Ekolojiyê ya Gimgimê ku dê roja înê di 24'ê nîsanê de pêk were, amadekarî bi îradeyeke xurt berdewam dikin.”
 
‘Em ji bo xwezaya xwe li qadê ne’
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Têkoşîna me ne tenê di gotinan de ye, dê heta ku di belgeyên fermî de ku axa me û pêşeroja me diparêzin encam were girtin, bidome. Em ne di rihetiyê de ne, em ji bo xweza û axa xwe li qadê dimînin.”