'Bila Qada Taksîmê ji bo karkeran bên vekirin'
- 12:15 9 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
ENQERE - Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê, diyar kir ku ji bo daxwazên karkeran dê di 1'ê Gulanê de li qadan be û xwest ku Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiyan bê vekirin.
Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tekildarî bernameya 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi dirûşmeya, “Ji bo nan, aştî û edaletê bi hev re ber bi 1'ê Gulanê ve” li navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Mehmet Bozgeyîk û Sevtap Akdag daxuyanî dan.
Di serî Sevtap Akdag axivî û bi lêv kir ku ew îsal dê ji bo nan, edalet û aştiyê li qadan bin û wiha domand: “Her ku diçe şerê emperyalîstan kûr dibe û kriz û xîzanî zêde dibe. Li rex vê yekê berxwedana gelan jî mezin dibe. Polîtikayên şer xizaniyê mezin dike û kedê bêqîmet dike. Her wiha hêviya aştiyê jî qels dike. Li cihê ku şer hebe pêşeroja gelan jî tarî dibe. Ji bo wê daxwaza aştiyê parastina kedê ye. Ji bo wê em ê îsal bi daxwaza aştiyê jî li qadan bin. Sînorê birçîbûnê ji 30 hezar TLyî borî ye. Lê mişê kêmtirîn welatiyan ber bi xîzaniyê ve dibe û hemû kedkar di xîzaniyê de wekehev dike.
Em ê têkoşîna xwe ya li dijî kesên çav berdanê nanê me mezintir bikin. Daxwaza me ya nan jî dê li qadan be. Her wiha keda jinan nedîtî ve tê dîtin. Li dijî vê jî em ê bi hemû daxwazên azadiya jinan li qadan bin. Em ê ji bo daxwazên edalet û aştiyê yên gelê Kurd jî li qadan bin. Em ê li hemû bajaran li qadan bin. Werin em bi hev re daxwaza aştî û azadiyê bilindtir bikin.”
Mehmet Bozgeyîk jî bi lêv kir ku ew dê di 1'ê Gulanê de bi karkeran re werin cem hev û wiha pê de çû: “Em dê bi hemû daxwazên xwe li qadan bin. Dema 1'ê Gulan tê gotin Qada Taksîmê tê bîra mirov. Lê mixabin ew heşmendiya qedexekar 23 sal in qedexeya Taksîmê didomîne. Em bang li desthilatê dikin ku qada Taksîmê ji karkeran re vebikin. Ez careke din hemû gelen me ji bo bilindkirina daxwazan vedixwînim qadan.”







