Bi hezaran kedkar ketin qada 1'ê Gulanê
- 13:14 1 Gulan 2026
- Rojane
AMED – Gelek Rêxistinên Civaka Sivîl ku ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li Qada Îstasyonê kom bûn û bi meşê ber bi qada mîtîngê ve çûn.
Qada Îstasyonê ya li Amed ji serê sibê ve ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi rengên jin û karkeran tijî bû. Gelek rêxistinên saziyên sivîl (STO) li Qada Îstasyonê kom bûn û bi meşê ketin qada mîtîngê.
Di meşê de, gelek caran dirûşmên,"Jin, Jiyan, Azadî", "Bi Çapemeniya Azad ber bi Civaka Azad", "Bijî Yekê Gulan" û "Bijî Berxwedana Jinan" hatin berzêkirin.








