Parêzer Şevîn Kaya: Divê Birêz Ocalan raste rast tevli pêvajoyê bê kirin
- 09:07 30 Nîsan 2026
- Hiqûq
Melek Avci
ENQERE - Parêzer Şevîn Kaya got ku ji ber çarçoveya hiqûqî nehatiye avakirin, pêvajo pêş nakeve û got: “Divê civak bibîne ku birêz Ocalan raste rast tevli pêvajoyê dibe û bi vî awayî divê pêvajo bê meşandin.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek xwe tije kir û hîna li pêş meclîsê pêşnûmeyek qanûnî ya zelal tune ye. Rayedarên dewlet û desthilatdariyê soz dan komîsyona melîsê ku hefteya duyemîn a Nîsanê wê dest bi pêvajoya qanûnî bikin lê tevî meha Nîsanê bi dawî bû hîna tiştek nehatiye kirin.
Ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Şevîn Kaya der barê gavên ku divê bên avêtin de axivî.
‘Hebûna TMK’ê pêvajoyê dixitimîne’
Şevîn Kaya da zanîn ku gel di mijara sererastkirinên qanûnî de di bendewariyê de ye û got: “Gel di bendewariyê de ye û ev mafên tên payîn di bin ewlehiya destura bingehîn de ne. Di pratîkên pêkanînê de jî ev maf di bin navê ‘qanûna têkoşîna terorê’ de tên çewisandin. Rakirina van mevzuatan yek ji rojeva lezîn a li pêş me ye. Divê TMK bê rakirin. Hebûna TMK’ê pêvajoyê dixitimîne.”
‘Gavên hiqûqî nayên avêtin’
Şevîn Kaya bi lêv kir ku tevî rapora komîsyona meclîsê hîna desthilatdariyê gavên hiqûqî û demokratîkbûnê navêtiye û wiha domand: “Rapora komîsyonê kêmasiyan bihewîne jî di rewşa heyî pêkanîna tedbîrên pêwist wek pêşniyar pêşkêş dike. Yek ji van pêşniyaran pêkanîna biryarên DDB’ê û DMME’ê ye. Pêkanîna van biryaran ji xwe li gorî mevzuata me divê pêk bên. Lê em dibînin ku ev biryar hîna jî pêk nayên, gavên hiqûqî nayên avêtin.”
‘Divê alî îradeya xwe nîşan bidin’
Şevîn Kaya wiha dirêjî dayê: “Divê desthiladarî wek aliyekî pêvajoyê berpirsyariyê bigire. PKK’ê xwe fesh kir. Niha dora desthildariyê ye û divê gavên pêwist bavêje. Divê sererastkirinên qanûnî bike. Divê TMK bê rakirin. Rakirina TMK’ê jî di vê pêvajoyê de gavek şênber e. Divê demildest sererastkirina mevzuata qanûnî bê kirin. Divê biryarên DMME’ê pêk bên û mafê hêviyê pêk bê. Ya ku ji aştiya mayînde tê xwestin welatîbûna wek hev e. Divê hemû alî îradeya xwe nîşan bidin. Birêz Ocalan ev îrade nîşan da û didomîne. Lê hîna desthilatdariyê tu gav navêtiye. Ji ber neavêtina gavan di aştiya mayîn de jî zelalî û bêbawerî tê afirandin. Divê civak bibîne ku birêz Ocalan raste rast tevli pêvajoyê dibe û bi vî awayeî divê pêvajo bê meşandin.”







