Li Geverê teqîn: Zarokek birîndar bû
- 18:34 9 Gulan 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Li gundê Şagûlord ê navçeya Gever a Colemêrgê di teqînekê de şivanê zarok ê 17 salî yê bi navê M.A. birîndar bû û gelek pez mirar bûn.
Li gundê Şagûlord ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê teqînek pêk hat. Di dema teqînê de şivanê zarok ê 17 salî yê bi navê M.A. ku li wê derê pezê xwe diçerand, birîndar bû. Hate hînbûn gelek pez jî di encama teqînê de mirar bûne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dema ku M.A. pez diçêrand, sewal rastî tiştekî teqîner hatine û teqîn bi vî awayî rû daye. Hate diyarkirin ku M.A. bi perçeyên şarapnelên ku di dema teqînê de firiyane birîndar bûye.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. M.A. yê ku mudaxeleya wî ya yekem li cihê bûyerê hat kirin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya M.A. baş e, lê derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.







