Ji bijîşka girtî Muhabet Gafurî tu xeber nayê girtin

  • 15:37 10 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate zanîn ku pispora tenduristiya zarokan Dr. Muhabet Gafurî ku berê di çarçoveya xwepêşandanên meha Çileyê de li bajarê Lar ê Îranê hatibû girtin û berdan, dîsa hate girtin.
 
Li Îranê di çarçoveya xwepêşandanên meha Çileyê de, li bajarê Lar ê girêdayî eyaleta Farsê pispora tenduristiya zarokan Dr Muhabet Gafurî hatî binçavkirin û tevî ku li ser ji nûve girtina wê re 5 roj derbas bûn, hê derbarê ku li kuderê tê girtin û rewşa wê ya tenduristiyê de tu agahiyek nehate parvekirin. Hate ragihandin ku beriya ku Muhabet Gafurî were girtin dest danîne ser hemû malên wê.
 
Li gorî agahiyên hatine bi destxistin, Muhabet Gafurî di 4’ê Gulana 2026’an de hate binçavkirin. Çavkanî diyar dikin ku ev binçavkirin dewama zextên ewlehiyê ye. Muhabet Gafurî di 2’ê Çileya 2026’an de hatibû binçavkirin, piştî girtina sê hefteyan a ne diyar, bi awayek demkî hatibû berdan.
 
Muhabet Gafur yek jî bijîşka zarokan a li herêma Lar dihat kesekê dihat nasîn, ji derveyî xebatên xwe yên pîşeyî, destek dida malbatên rewşa wan a aborî kêm. Hate îfadekirin ku heta niha derbarê saziya ku ew girtiye û li kuderê tê ragirtin û sûcên lê tên barkirin tu daxuyaniyek nehatiye dayîn.