NÛÇE TV dest bi weşanê kir
- 11:40 15 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - NÛÇE TV a ku xwerû Kurdî ye, dest bi weşanê kir.
Kana nûçeyan a Kurdî NÛÇE TV di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê kir. NÛÇE TV berî du rojan ragihandibû ku dê di Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê bike. Di daxuyaniyê de gotibû “Ekranek nû, rêwitiyek nû”.
TV’ê îro dest bi weşanê kir û ev bi gotina “Me dest pê kir… PÎROZ BE” ragihand. NÛÇE TV dê li ser satalaytên Nilesat û Hotbirdê weşanê bike. Frekansê TV wiha ye: “Nilesat: 12687 H 27500, Hotbird: 11296 H 27500.”







