TAJÊ Kongreya xwe ya 3’yemîn li dar dixe
- 10:06 16 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn li Şengalê li dar dixe. Di kongreyê de tê pêşbînîkirin ku guhertinên bingehîn ên pergalê bên kirin û biryarên girîng werin girtin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 3’yemîn kongreya xwe ya asayî di 18’ê Gulanê de li Şengalê li dar dixe. Kongre wê bi dirûşma "Bi Jin Jiyan,Azadî Ber Bi Jiyana Komînal" ve were lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a kongreyê daye ajansa NûJINHA'yê, wê ji derveyî Şengalê jî gelek mêvan ji Rojava, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê beşdarî kongreya TAJÊ bibin. Însiyatîfa jinên Ereb ku girêdayî TAJÊ ye jî wê bi delegeyên xwe yên hilbijartî beşdarî kongreyê bibe.
Her çiqas kongreyeke asayî jî be tê gotin ku wê di kongreyê de guhertinên bingehîn ên pergalê bên kirin û biryarên girîng ji bo bilindkirina tekoşîna azadiya jinan bên girtin.
Wê di kongreyê de li gorî pergala nû rêveberî ji aliyê delegeyan ve bê hilbijartin. Hêjayî gotinê ye beriya demekê delegeyên ku wê beşdarî kongreyê bibin ji aliyê komînên jin ên seranserî Şengalê ve bi awayekî demokratîk hatin hilbijartin.
Wê di kongreyê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rapora TAJÊ ya 2 salan, hevpeyman bên xwendin. Derveyî van xalan wê biryarên pêvajoya nû, plansazî jî bên derxistin.
Yekemîn kongeraya TAJÊ:
Yekemîn Kongreya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di meha Îlonê ya sala 2019'an de li Şengalê hat lidarxistin.
Kongre piştî fermanê bi armanca rêxistinbûn, azadî û parastina jinên Êzidî pêk hat. Wê demê di kongreyê de li ser rewşa jinên Êzidî, rêxistinbûna li ser bingeha jiyana azad û xurtkirina têkoşînê nîqaş hatin kirin. Piştî komkujiya 2014'an bi vê kongreyê avakirina tevgereke jinan li Şengalê ji bo rêxistinkirina jinên Êzidî û pêkhateyên din weke gaveke dîrokî hat dîtin. TAJÊ ji wê rojê ve heta îro di berxwedan û parastina destkeftiyên Şengalê de xwedî roleke pêşeng e.







