Doza Ayşe Tokyaz taloqî 9’ê îlonê hat kirin

  • 18:40 2 Tîrmeh 2026
  • Hiqûq
STENBOL- Di sêyemîn runiştina doza Ayşe Tokyaz y ali Stenbolê hat qetilkirin de, dozgeriyê der barê gumanbar Cemîl Koç de cezayê muebeta giran daxwaz kir. Dadgehê ji bo temamkirina parastinan  runiştin taloqî 9’ê îlonê kir.
 
3’emîn runiştina doza Ayşe Tokyaz ya ku li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji aliyê polîsê berê gumanbar Cemîl Koç ve hat qetilkirin, li 2’emîn Dadgeha Cez aGiran a Edliyeya Kuçukçekmeceyê hat dîtin. Parêzerên aliyan, malbata Ayşe Tokyaz di runiştinê de amade bûn û gumanbar Cemîl Koç jî bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû. Her wiha Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, Femînîstînen li Dijî Qetilkirinên Jinan, Baskê Jinan a CHP’ê û gelek jin tevli bûn.
 
Beriya runiştinê jî li ber edliyeyê ji aliyê jinan ve daxuyaniyek hat dayîn. Piştre derbasî salona runiştinê bûn.
 
Dozger mutala xwe ya der barê gumanbar de pêşkêş kir û ji sûcê ‘plankirî jin qetilkirin’ cezayê meubeta giran xwest. Dozger da zanîn ku gumanbar cînayet berê plan kiriye û piştre jÎ hewl daye cenazeyê veşêre.
 
Parêzerên muebat îtîrazê mutalayê kirin û berat xwestin. Dadgehê runiştina din taloqî 9’ê îlonê kir.