'Jin bi hemû karî re eleqeder dibin’
- 09:02 9 Tîrmeh 2026
- Ked/Aborî
Rabîa Onver - Dîlan Babat
COLEMÊRG - Tituna bi îmeceyê tê çandin ne tenê çavkaniya debarê ye, sembola pişevaniya jinan e. Jin tevî şert û mercên giran yên xebatê hilberînê didomînin û diyar dikin ku yekitî karê wan hêsan dike.
Li gundê nêzî sînor, roj beriya rohilat bi keda jinê hiltê. Jinên serê sibehê radibin taştê amade dikin, zarokên xwe oxir dikin, berê xwe didin ser erdên titûnê. Li vir hilberîna titunê ne tenê çavkaniya debarê, parçeyeke çanda jiyana hepvar a bi piştevaniyê tê meşandinê ye.
Di çandina titunê de barê herî giran li ser jinan e. Li gundê bêgoza ya Şemzînan a Colemêrgê jin bi saetan di bin germahiyê de kedê didin. Keda jinê nayê dîtin û barê herî giran yê hilberînê li ser milê jinan e.
Keda nayê dîtin
Jinên li ser erdan ji hev re dibin alîkar, mînakek zindî ya jiyana komunal û piştevaniyê ava dikin. Têkoşîna wan teşeyê jiyanekê dibe pêşerojê.
‘Em her karî dikin’
Perîhan Şakar da zanîn ku 40 sale karê titûnê dikin û got: “Em tenê karê titunê nakin. Em hemû karî dikin. Em li sewalan dinêrin, berîvaniyê dikin. Nan dipêjin. Havînê pir germ e. Tevî vê em sibehê radibin karê xwe dikin û diçin zozanan. Piştî em ji zozanan tên em diçin rezê titûnê. Em Hezîranê de titunê diçînin û di Îlonê re jî hilberînê radikin. Titun 80 rojî di axê de dimîne piştre em bi kom dikin, hişk dikin û difroşin.”
‘Jin bi hemû karî re eleqeder dibin’
Perîhan Şakar wiha berdewam kir: “Jin di her astê de kedek mezindidin. Karê malê, yê baxçe û cotkirinê. Em beramberê keda xwe nagirin lê em neçarin. Karekî din tuneye. Ev karê me heye. Em gundî ji hev re dibin alîkar.”
‘Em pê debarê dikin’
Seyhan Şakar jî got jiyana wan ya li gund tije derbas dibe û wiha pê de çû: “Em bi erdên xwe re karê malê re eleqeder dibin. Bi salane em bi titunê debarê dikin. Hevjînê min girtiye. Ez titunê diçînim li hevjîn û zarokên xwe dinêrim. Karê titunê zehmet e. Em diçînin sê meh şûnde kom dikin. Em bê debara xwe dikin. Wekê din çareya me tuneye. Em ji hev re dibin alîkar. Tevî ku her sal biha zêde dibin jî ji ber zemê em beramberê keda xwe nagirin.”
‘Hemû bar li ser milê jinan e’
Menîce Şakar jî daxuyakirin ku 50 sale karê titunê dikin û anî ziman ku titun di gelek astî de derbas dibe û keda ku tê dayîn pir zêde ye lê beramberê keda xwe nagirin. Menîce Şakar ev tişt anî ziman: “Ji çandinê het ahişkirinê her karî em dikin. Em neçarin. Wekê din çare tuneye. Av tuneye. Em bi jeneratorê avê tînin ser erd. Jiyan gund xweşe lê zehmete. Hemû bar li ser milê jinan e.”







