Eren Keskîn: Şewitandina çekan gaveke dîroki ye
- 09:05 9 Tîrmeh 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Parêzer Eren Keskîn der barê salvegera gava dîrokî ya ku PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de avêtiye axivî û got: “Şewitandina çekan gavek dîrokiye. Lê dewletê ev saleke hîna gav navêtiye.”
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de PKK’ê biryara feshkirinê da û dawî li têkoşîna çekdarî anî. Di 11’ê Tîrmeha 2025’an de jî gavek dîrokî avêt. Hem Rêberê Gelê Kurd hem jî tevgera Azadiya Kurd gavên dîrokî avêtin lê Tirkiyeyê hîna gaveke qanûnî navêtiye.
Endama MYK a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn der barê salvegera gava dîrokî ya PKK’ê de nirxandin kir.
‘Mijara Kurd mijareke navneteweyî ye’
Eren Keskîn der barê aştiyê de, aştî tê çi wateyê û pêvajoyê de axivî û da zanîn ku aştî bi her alî hawireke bi arame û wiha anî ziman: “Aştî tê wateya bidawîbûna pevçûnan, newekheviyê û binpêkirina mafan. Aştî heta îro li erdnîgariya me nehatiye dîtin. Dema pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê bersiveke zehmete. Ji ber Kurdistan ji yek parçeyî pêk nayê, li çar parçeyan veqetiyaye. Li her çar alî neteweke ku hewl tê dayîn bê tunekirinê heye. Ji ber vê jî dema em behsa aştiyê dikin em behsa mijara cîhanê dikin. Mijara Kurd mijareke navneteweyî ye. Li gorî min aştî tevahiya van e.”
‘Me ji dewletê gavek rastîn nedît’
Eren Keskîn balkişand ser şewitandina çekan û pêvajoya di ser de derbas bûye wiha nirxand: “Tevgera çekdarî ya ji dawiya salên 80’ê de destpêkiriye heye. Roj hat ji aliyan yekî got ez dawî li têkoşîna çekdarî tînim. Ev destpêkeke girîng e. Li aliyekî dawiya pevçûnan li aliyê din destpêkek nû. Lê mixabin Kurdan tenê ev wek destpêk dît. Ji 11’ê Tîrmeha 2025’an heta niha salek derbas bû. Gavên ku Kurdan avêtin gavên girîng bûn. Lê me ji dewletê gavek rastîn nedît. Hewcedariya vê pêvajoyê bi baweriyê heye. Ji ber vê divê dewlet gavê bavêje. Ev gavên hêsan in. Em behsa qanûnên nû dikin lê gavên ku ji qanûnan re namînin ku bên avêtin hene. Biryarên DMME’ê hene. Tirkiye van biryaran nayne cih. Ger pêk bihata wê niha beşek mezin a girtiyên siyasî bihata berdan.”
‘Hewcedariya Tirkiyeyê bi qanûna têkoşîna terorê tuneye’
Eren Keskîn destnîşan kir ku hewcedariya Tirkiyeyê bi qanûna têkoşîna bi terorê re tuneye û wiha bi lêv kir: “Ji ber sûcên ew wek sûcê rêxistinê dinirxînin ji xwe di Qanûna Cezaya Tirk de tê pênasekirin. Hewce bi qanûneke têkoşîna terorê ya nû tuneye. Ev qanûn dema dirêjkirina ceza zêde dike. Dikarin vê rabikin. Ji bo girtiyên nexweş hewce bi tu qanûnê tuneye.”
‘Ewropa li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê bêdeng e’
Eren Keskîn daxuyakirin ku Tirkiye hemû peymanên navneteweyî binpê dike û ev nirxandin kir: “Yekitiya Ewropayê jî li dijî vê bêdenge. Lê wê ev biguhere. Li her derê cîhanê li dijî polîtîkayên otorîter û ewlehiyê deng bikind dibe. Li erdnîgariya me li dijî polîtîkayên dewletê baş deng nayê bilindkirin. Li erdnîgariya me yên pirsgirêka şer û pevçûnan dijîn çîna karkerane. Lê em li sendîkayên karkeran dinêrin di rojeva wan de tiştek wisa tuneye. Rêxistinên civaka sivîl jî wisane di rojeva wan de aştî tuneye. Hemû alî wisane, bi awyaekî rêk û pêk aştî rojeva kesî de tuneye.Em tenê bi sûcdarkirina dewletê nikarin tiştekî bidest bixin.”
‘Ji bo em biaxivin divê em qanûnê bibînin’
Eren Keskîn balkişand ser nîqaşên qanûna çarçoveyê û di vê mijarê de jî ev nirxandin kir: “Behsa pêşnûmeyekê tê kirin. Lê kesî ew pêşnûme nedîtiye. Her kesî di vê pêvajoya pevçûnê de êş jiyan. Divê gavên tên avêtin civak bizanibe. Lê qanûneke ku tu carê destûr nedan li ser nîqaş bê meşandin heye. Bêyî dîtina qanûnê em nikarin tiştekî bêjin. Bi mehane tê taloqkirin. Hêvîdarim ku hemû aliyan bihewîne.”
Divê çi bê kirin
Eren Keskîn got divê pêvajoyê de girtiyên siyasî bên berdan, ji bo kesê ji dozên PKK’ê tên darizandin qanûnek taybet bê derxistin û got: “Lê divê ev qanûn hemûyan bihewîne. Divê sererastkirinên ku hemû kesî berdide bên kirin. Divê qanûna înfazê biguhere. Beriya her tiştî divê polîtîkayeke aşkera bê meşandin. Hemû hevdîtinan bi Ocalan re dikin. Lê têkiliya Ocalan bi rayagiştî re nayê avakirin. Divê Ocalan bi çapemeniyê re bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bike. Divê mafê hêviyê pêk bê. Lê mixabin hîna yek gavek jî nehatiye avêtin. Her wiha bieriya her tiştî sivê azadiya fikr û ramanê rêxistinbûnê bêyî sînor pêk bê. Hewcedariya me bi rûhevhatinê heye. Li vê erdnîgariyê êşên mezin hatin kirişandin. Divê ev êş bêyî ku bînin hember hev bên axaftin.”
‘Divê her kes berpirsyariyê bigire’
Eren Keskîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes nirxa 11’ê Tîrmehê baş bizanibin. Şewitandina çekan gavek dîrokiye. Wê rojekê her kes vê bibîne. Em nirxa vê bizanibin. Her gavek ji bo aştiyê gelek girîng e. Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe.”







